Berpirsê Dengûrengê rejîma Îranê “Peyman Cebelî” gotiye ku rojane bi 10an êrîşên saybêrî li ser vê navendê têne kirin.
Navbirî gotiye ku di heyama derbasbûyî de êrîşek mezin a saybêrî li ser kanalên dengûrengê Îranê hatiye kirin û heta niha çavkaniya wan êrîşan nehatiye peydakirin.
Herwisa navbirî gotiye ku piraniya wan êrîşên saybêrî bi rêya robotan ve hatine kirin û hinek ji wan jî ji aliyê hekêran ve hatine kirin.
Di bereberê 43emîn salvegera avakirina rejîma Îslamiya Îranê de, bi silogana “Mirin bo Xamineyî” êrîşek mezin a ysaybêrî li ser piraniya kanalên navenda dengûrengên rejîma îslamiya îêranê hatine kirin û rejîm li hember wan êrîşan de ti ji dest nayê.