Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda Dermanî a gundê “Dizê ya ser bi devera Mirgewer” bê dermane

13:22 - 11 Hezîran 2022

Li Navenda Dermanî û pizîşkî a gundê Dizê ya ser bi devera Mirgewer, ji xizmetkariyên hewce bona tedawiyên nexweşan bê par e.

Li devera “Mirgewer”a girêdayî bajarê Urmiyê navenda dermanî ya gundê Dizê digel nebûna dermanan rûbirûye, û nebûna derman û xizmetguzariyên sereke di wê navendê de bûye gefek li ser canê xelkê vir.

Ji aliyekî nebûna dermanan di wê navenda dermanî de û ji aliyekî din ve jî nebûna maşîna Ambolansê, di wê devera xwediyê heşîmeta 100 hezar kesî de, bûne arîşeyên micid li ser canê welatiyan di demên lezgîn de.  

Her di vê derheqê de, beşek ji pizîşk û kadrên dermanî yên ku li navenda dermanî a gundê “Dizê” de mejûlin, ji nebûna xizmetguzarî û dermanên hewce bo welatiyan di demên hewce de, li ser rûpelên torên civakî yên xwe nerazîbûna xwe nîşan dane û daxwaza çareserkirina wan arîşeyan kirine lê, rejîma berçavteng û dije mirov di wê warî de bê helweste.  

Devera “Mirgewer” li 50km bajarê “Urmiyê” hilkeftiye, û heşîmeta wê deverê ji 100 hezar kesî zêdetire û xwediyê cihên geştiyariye, û rojane sedan kes serdana wê deverê dikin, lê mixabin bi awayek sîstematîk ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye piştguhxistin û ti xizmeguzariyek bo wê deverê nehatiye encamdan.