Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Navenda Havkarî” hevderdiya xwe bi malbatên kolberan re nîşan da

11:59 - 20 Kanûna pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Navenda Havkarî a Partiyên Kurdistana Îranê tawanên rejîma Îranê, nemaze teqeya rasterast li kolberan û kuştina kolberan li çiyayên Kurdistanê şermezar dike û di heman demê de hevderdiya xwe digel malbatên kolberên nan û jînê nîşan da.

Navenda Havkarî di peyamekê de belavkiriye, di rojên derbasbûyî de çendîn ciwanên Kurd yên xelkê Merîwan û derdora wî bajarî ku bo bidestveanîna bijîwa jiyanên xwe û malbatên xwe bo kolberîkirinê rû li sînorên Kurdistanê kiribûn, rastî sir û seqam û befirê tên lê mixabin kesk ji wan canê xwe ji dest dide.

Di vê derheqê de, tenê di hefteya derbasbûyî de 10 kolber ji deverên sînorî yên Merîwan, Pîranşar, Serdeşt û Baneyê bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî ên rejîma Îranê yan jî bi sedema sir û befirê canê xwe ji dest dane û birîndar kirine.

Di beşeke din a vê peyamê de hatiye ku, çarenûsa kolberekî 14 salî yê bi navê “Ferhad Xusrewî”, xelkê “Nê” a girêdayê bajarê Merîwanê hêşta jî nexuyaye.

Di dawiya vê peyamê de hatiye ku, em wan kuştar û kirdarên rejîma Îranê bitundî şermezar dikin û tevî teikîdkirina hewlên navxweyî û derve yên me bo givaş xistin li ser rejîma Îranê û parastina canê kolberan, em hesta hevsozî û hevxemiya xwe bo malbatên nan û jînê nîşan didin.

Herwisa em rejîma Îranê berpirs û sedema bûyerên wiha dizanin û her di vê pêxemê de em careke din dûbare dikin hewceye ku siyaseta binpêkarî û piştguhxistina Kurdistanê dawî pêbîne û desthilata navendî li hember arîşeyên kolberan û parastina canê wan berpirsyar be.