Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda Hevkarî: “Cihê dengdanan li Rojhilatê Kurdistanê dibe ji hemû cihên Îranê zêdetir çol bin”

19:23 - 9 Gulan 2021

Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê daxwaz ji xelkê azadîxwazên Îranê bi taybet Kurdistanê dike ku hilbijartinên Serkomarî û Şêwraya gund û bajaran baykot bikin û bi beşdarînekirin û bi çolragirtina sindoqên dengdananê, wê hilbijartinê bikin bi rifrandoma “NE” bi Komara Îslamî û hemû cinayet û gendeliyên wê.

Deqa daxuyaniyê wiha ye:

Daxuyaniya jimare 1 a Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê li ser binav hilbijartinên Komara Îslamî ya Îranê.

Gelêm zulimlêkirî yên Îranê

Azadixaz!

Xelkê xweragir ên Kurdistanê

Komara Îslamî ya Îranê li meha Cozerdana sala 1400 a Rojî de, bo careke din şanoya binav hilbijartinên xwe dê bi rê ve bibe. Ew di halekê de ye ku rewşa aborî, siyasî û civakiya Îranê li dîroka gemar a Komara Îslamiya li xirabtrîn ast xwe de ye.

Birêvebirina seqet û naberpirsane ya aboriya welat, gendeliya jiastderketî ya berpirsên wê rejîmê û dorpêçên aborî, Îrana di bin desthilata Komara Îslamî de aniye ser lêva veresîngehê. Ew rewş roj bi roj ji aliyê tax û qatên cuda ên wekî xelkê hejar û mafjêxwarî yên Îranê ve zêdetir tê sehkirin. Li siyaseta hundir û derve de, karbidestên Komara Îslamî domê bi lîstoka derdayî didin û henek bi can û mal û jiyana xelkê Îranê dikin û bi domandina siyasetên xwe yên çewta navkî û destêverdan li karûbarên hundir ên li welatên dever û cîhanê, hemû welatên cihanê kirine bi dujminê xwe di nawxwe de jî roj bi roj xeleka dostên rêberiya Komara Îslamî û nêzên desthilatê bertengtir dibe. Girtin, îdam, teror, îşkence û tirsandin, beşeke hertim a şêwaza desthilatdariya wê rejîmê ye.

Di vê navberê de, rejîma Îranê her carê şanoyeke nû dilîze û dixe ber çavê civaka cîhanê û xelkê Îranê, hilbijatin çi bo meclîsa Îslamî an şêwraya bajaran an çi bo Serkomariya Îranê be, ti pêwendiyek digel vê hilbijartina azad ve tinîne ku li cîhana azad û demokrat de xelk bi rê ve dibin û hilbijartin li Îranê bi tenê şanoyek bona xemilandina rûkê dîktator û serkutker a rejîmê ye.

Di hemen demê de ku Komara Îslamî bi rêkxistina wan şanogerayane hewl daye ku hejmareke zêdetir ji xelkê bo ser sindoqên dengdanê rabikêşe û wê mijarê wekî piştevaniya xelkê bo nizama siyasî bide nasîn û bi hizra giştî ya cihana derve û beşek li xelkê navxwe bifroşe.

Terora kesayetî û şerê desthilat gihîştiye asta xwe ya herî bilind û demûdezgehên ewlehî û leşkeriyên Komara Îslamî her rojê derzeke nû lêdikeve. Nifûz û têketina welatên derve heta kûrahiya hundirê ewlehî, leşkerî û operasiyonên rejîma Îranê wekî teqandina cihên berhemanîna Uraniyom heta biderxistina 100an û hezaran belgeyên nihênî yên dewletê ku heta astekê ku tev nihêniyên leşkerî û hikûmetî yên rejîmê eşkere kirine û êdî ti tîştek bona veşartinê nemaye.

Ji aliyeke din ve, hejmara wan kesên ku hêj baweriya wan bi rejîmê maye, li nizimtirîn asta xwe li tev dîroka Komara Îslamî de ye.

Serkuta xwenîşandanên salên 1396 û 1398 ên Rojî, çewtekarî û xelitandinên li hember xistinexwarê ya balafira rêvîngî ya Ukraynê li 18ê Befranbar a sala 1398an li esmanê bajarê Tehranê, xemsariya li hember berbelavbûna vîrûsa Covid 19 û xisarên canî û malî yên xelkê hejar, êdî ti cihek bona bawerîpêkirin û dilxweşî bi propagendeyên rejîm û hikûmetê bona beşdarîkirin li hilbijartinan de nehiştiye. Li dawî rapirsiya ku rejîma Îranê bi xwe belav kiribû, dibêje ku bi tenê %30 a xelkê dê beşdarê vê hilbijartinê bibin. Herçiqas ku ew amargitinane jî wekî gelek tiştên din li welatên dîktatorî û keşûhewayeke dayxistî de bi rê ve çûye û şiyana derxistina hemû rastiyan tinîne û wa xuya dike ku rêjeya beşdarîkirin li hilbijartinan de, dê gelek kêmtir ji wê amarê be, lê îtirafkirina bi wê yekê, her bi xwe cihê balkêşandinê ye ku ji aliyê demûdezgehên rejîmê bi xwe ve têne gotin.

Xelkê xebatkar ên Kurdistanê!

Asta nerizayetiya xelkê heta ku dem derbas dibe zêdetir dibe û xelk bi tewawî ji wê rejîmê bê hêvî bûne û nerizayetiyên giştî û bi kom êdî tenê taybet bi netewên bindest ên Îranê nîne û hemû tax û qatên civaka Îranê li xwe girtiye. Nerîzayetiyên li wan salên dawiyê de ku xelk li ser hewcehî bi nanê şevê dabûne xuya, wê rastiyê dide berçav ku li derheq asta jiyan û bijîva xelkê de heta çi astekê Komara Îslamî û desthilatdar bikêrnehatî û naberpirs in.

Xuya ye ku rewşa Rojhilatê Kurdistanê ji beşên din ên Îranê xirabtir e. Xelkê Kurd tevî cudatîdanina aborî ku li ser de hatiye sepandinê û ketiye bin givaşeke zêdetir, li hemû warên dinê de jî di bin givaş û cudatîdanînan de ye.

Ji bîra me neçe ku Serkomarên berê her carê bi sloganên nû û sozên cor bi cor hewl dabûn ku xelkê bo ser sindoqên dengdanê rabikêşin û piştre bersiva wan bo xelkê Rojhilatê Kurdistanê gulle, bendikê sêdarê û girtîgeh bûye.

Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê piştî berevirdkirin û lêkolîn li ser rewşa îro ya Îran û deverê, gihîştine bi wê encamê ku beşdariya xelkê li hilbijartinên vê carê de jî wekî carên berê ti destkevt û qazancekê bo xelkê tê de nabînin û tenê dibe emrazê propagendeya Komara Îslamiya Îranê bo vê yekê ku di nav xelkê de rewayî heye. Ji vê zêdetir, beşdariya xelkê li wan hilbijatinan de jî dibe alîkarî û hêcetdan ku ji hemû caran serkuta zêdetir, îşkenceyên zêdetir û îdamên zêdetir bikin û wazjoya pesendkirina kiryarên Komara Îslamiya Îranê ye.

Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê daxwaz ji xelkê azadîxwaz ên Îranê û bi taybet Rojhilatê Kurdistanê dike ku hilbijartinên serkomarî, şêwraya bajar û gundan baykot bikin û bi beşdarînekirina xwe li wan hilbijartinan û bi çolhiştina cihên sindoqên dengdanê, wê hilbijartinê bikin bi rifrandoma dengê “NE” bi Komara Îslamî û hemû cinayet û gendeliyên wê.

Ji dîtingeha me ve, bi tenê deng nedana “takekan” bes nîne, belkî hemû takên civakê dibe bibin bi trîbûna “Ne” bo hilbijartinê û hemû aliyek bi hev re bona baykota çalakane ya hilbijartinên wê dewreya Komara Îslamî û bi xwe ve bên û pûçbûna rejîm û rewatiya wê bi tewawî bo hemû cîhanê eşkere bikin û bi wan bidin selimandin.

Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê

7`ê Gulana 2021`an