Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda Hevkarî sersaxî ji malbata pênc kolberên canjidestdayî dike

13:01 - 27 Kanûna Paşîn 2021

Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê derheq canjidestdana 5 kolberên Kurd li Urmiyê ku bi sedema reniya befrê canê xwe ji dest dabûn, peyameke sersaxiyê arasteyê malbata wan 5 kolberan kir.

Deqa peyamê wiha ye:

Peyama Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê bi hilkefta canjidestdana 5 kolberên Kurd

Piştî derbsabûna zêdetir ji hefteyek li canjidestdana 5 kolberên Kurd li devera Soma û Biradost a ser bi Urmiyê di encamê de termên wan ji aliyê xelkê deverê ve di bin befrê de hatine peydakirin û li girseya wan bi axê hatine spartin.

Roja 29`ê Befranbara îsal ew 5 koberên Kurd ên xelkê gundê “Koran” ê ser bi devera Soma û Biradost yên bi navên “Mûlayî Xudayî, Firat Xudayî, Metîn Eslanî, Bîlen Ehmedî û Yewer Eslanî” li gundê “Dirîşk” a ser bi bajarê Vanê yê ser bi devera Bakurê Kurdistanê kevtine bin reniya befrê û canê xwe ji dest dan.

Canjidestdana wan ciwanan ku yek ji wan tenê 18 salî bû, di demekê de ye ku berpirsên Komara Îslamî li deverê ti alîkariyek nedane malbada qurbaniyan û hêzên çekdar yên Tirkiyê jî gefa teqeyê ji xelkê xwaribûn ku bi hawara wan kolberane ve herin.

Canjidestdana kolberên Kurd ku bo bidestveanîna bijîva malbatên xwe rû bi rûyê mirinê dibin, yekem car nîne û heta desthilata hovane ya Komara Îslamî û hejarî û bêkariya xelkê Kurdistanê mabe, mixabin bûyerên wiha yên cergbir jî dê her dûbare bin.

Xejarî û nedariya xelkê Kurdistanê û nemaze li deverên sînorî, ciwanan neçar dikin ku bo bidestveanîna nanê sifreya malbatên xwe karên metirsîdar yên wekî kolberiyê bikin ku dikare bi dabînkirina tenê kêmek ji ew milyon Dolarên Komara Îslamî ku xercê pirojên serbazî û ceribandina mûşekan û berhemanîna çeka navikî û piştevanî ji girûpên tirorîstî dike, jiyana tev xelkê Îranê û Kurdistanê ber bi baştirbûnê ve bibe, lê berevajî Komara Îslamî ne tenê vê yekê nake, belkî bi gullebaran rû bi rûyê kolberên Kurd dibe.

Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê tevî nîşandan xem û nerihetiya xwe bi hilkefta wan 5 kolberên ciwan yên zehmetkêş, sersaxiyê dibêje malbat û kesûkarên wan û xelkê Kurdistan. Em daxwazê li hemû civakên mirovdost dikin ku li hember karesatên wiha ku tenê Komara Îslamî jê berpirsyar e bêdeng nebin û helwêstên mirovane nîşan bidin.

Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê

8`ê Rêbendana 1399`an a Rojî

2`ê Kanûna Paşîn a 2021`an