Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda Hevkarî tekezî li ser baykota hilbijartinê kir

16:49 - 17 Şibat 2020

Semînarek li welatê Sû`îdê, bi destpêşxeriya Navenda Hevkarî a Partiyên Kurdistana Îranê, di derheq baykotkirina hilbijartinên Îranê de hate lidarxistin û tekezî li ser beşdarînekirina xelkê li şanoya hilbihartina rejîmê kir.

Roja Yekşemî, 27`ê Rêbendanê, semînareke siyayî bi destpêşxeriya “Navenda Hevkarî a Partiyên Kurdistanê” li bajarê “Stokholm”, bi merema rohnkirin û hişyarkirina xelkê li hilbijartina dewreya Yazdehem a meclîsa Şêvraya Îslamî a Îranê bi rê ve çû.

Di vê semînarê de, bi amadebûn nûnerên her çar Partiyan û komek ji mêvanan bi rê ve çû, aliyan tekezî di ser narohniya dengdan li sîstema rejîma Îranê de kirin ku bi bê vê ku baweriya wê bi hilbijartinê hebe û girîngiyê bi mafê hevwelatiyan bide, wekî, emrazekî bi wergirtina rewatiya xwe hewil dide bi fêl û nemaze gef, xelkê di wê hilbijartinê de amade bike.

Di wê semînarê de basa vê yekê hate kirin ku, rejîmê ji wê rêyê ve dixwaze bi cîhanê îsbat bike ku hilbijartin di Komara Îslamî de heye û xelk azad in çi tiştekê hilbijêrin.

Di wê panêlê de her yek ji nûnerên çar Partiyên Navenda Hevkarî, her yekê ji dîdgahekê ve avirên xwe bo beşdarînekirina xelkê li bi nav hilbijartina rejîmê dubare kir û daxwaz ji xelkê Kurdistanê kirin ku di wiha hilbijartinekê de ku qazanceke bo rejîmê ye, amade nebin.

“Çiya Elîyar” bi nûneratiya PDKÎ di vê semînarê de amade bû.

Navbirî di axavtinê xwe de, tevî îşarekirin bi nedemokratîkbûna hilbijartin li sîstema daxistî a rejîmê de, basa wê hindê kir ku rejîma Îranê ti derfetek nehêlaye ku xelk ji wê rê yê ve daxwazên xwe misoger bike.

“Elîyar” got: “Hevdem nûnerên meclisê hekî li hemû fîlterên ewlehî jî derbas bibin, lê selahiyet û dethilateke wisa ninin ku hinek yasayan bipejirînin ku di qazanca xelkê de be, çimkî Şêvra Nigehban û Şêvra Kultûrî û Kora Diyarîkirina Berjwendiyên Nîzamê red dikin”.

Navbirî di berdewamiya axavtinê xwe de got: “Rêformxwaz bi berdewamî Spahî mana rejîmê bûn û di dema kirîza navxweyî û derve de havara rejîmê de çûn, lê wê carê di xwenîşandanan de me dît ku xelkê silogan li dijî tewawiya rejîma Komara Îslamî a Îranê didan û hawar dikirin (Îslah Teleb, Isolgera dîger temqam Est), eve jî wisa li rejîma axûndî kir ku çiyê din nekare, xelkê bi rîforimxwazan ve bixapîne.

Navbirî di parek ji gotinên xwe de îşare bi siyaseta dirust û bikêrhatî a PDKÎ kir ku li destpêka hatina ser kar a wê rejîmê bi berhevdanîneke dirust û bikêrhatî baykota hilbijartin a rejîmê kiriye û (NA) bi Komara Îslamî li tewawiya xwe de gotiye, ku cihê kêfxweşiyê ye îro parek li opozisiyonên Îranê û heta Rêformxwaz jî, hatine ser wê bawerê ku Partiya Demokrat û gelî Kurd hebûne.

Di beşa du a wê semînarê de beşdariyên semînarê, tîbînî û pirsyar arasteyê nûnerên Partiyên amade kirin ku bersiva wan hate danê.

Di dawiya semînarê de careke din nûnerên amade li Navenda Hevkarî, tekezî li ser baykota bi nav hilbijartina rejîma Komara Îslamî a Îranê û daxwaz kirin ku (NA) bi wê desthilatê û nîzamê bêjin ku bûye cihê kirîzê, lê bo jiyana hevwelatiyên xwe.