
Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê derheq girevgiritinên vê dawiyê yên mamosteyan yên li bajarên Kurdistan û Îranê de daxuyaniyek belav kir.
Deqa daxuyaniyê wuha ye:
Mamosteyên xwendingeh û zannîgehên Îranê û herwisa qadên ferhengî ên malinişîn, pişka hînkarî û perwerdehiyê di berdewamiya nerizayetiyên derheq rewşa jiyan û mafên sinfî de, dubare derketine li ser şeqaman û şîpeleke din ji nerizayetiyan lidarxistine.
Herçawan ku hemû agehdarin, di destpêka vê hefteyê de, li ser bangeşeya “Encûmena Sinfî ya Mamosteyan”, di pişteka herî zêde ya gund û bajarên seranserê Îran û Kurdistanê de, mamosteyan bi mibesta daxwaziyên wan ên derheq dabînkirina heqdestê malnişînan, moçe û pelebendiya wekhev û herwisa daxwazkiriyên bona azadkirina hevpîşeyên wan yên li girtîgehên rejîmê de, bi awayê girevgirtin û amadenebûna di polên dersê de nerizayetiya xwe nîşan dan û herwisa li serdaxwazkariyên xwe sor in.
Berdevkê Encûmena Sifî ya Mamosteyan di vê derheqê de dibêje, ev nerizayetiyên han heya 300 bajarên Kurdistan û Îranê ji xwe girtiye û herwisa di vê bangeşeyê de ji dersxwan û xwendekaran daxwaz hatiye kirin da ku bona piştevanîkirin ji mamosteyan tevlî refên xwenîşanderên mamosteyan bibin.
Daxwazkariyên mamosteyan û nerizayetiyên wan li hember rewşa xwendin a di xwendingehan de weke nemana devsa xwendina bê beramber bo me hemiyan, birêve çûna gelaleya pelebendiyê, cudahîdanîna sîstematîk, û herwisa pêşîgirtin li xwendina bi zimanê dayîkê û paremana heqdestan, dîrokeke dûrûdirêj heye lê, karbidestên rejîmê neku heta niha bersiva daxwazkariyên mamosteyan nedane, belkû parek li mamosteyan di girtîgehan de heps kirine û di gelek cihan de jî, ji aliyê hêzên dije şoreş ve ji mamosteyan re bêrêzî hatiye kirin û herwisa ev rastî îşkencekirin û azardanê hatine.
Hevdem navendên ewlekarî û îtila`atê yên rejîma Îslamî a Îranê, ji tirsa berfireh bûna wan nerizayetiyan hewla binçavkirin, serkutkirin, li rê derxistin û herwisa çewtekarîkirina daxwazkariyên mamosteyan didin. Di vê heyamê de navendên ewlekariyê yên rejîmê hewla wan ev bûye daku serbixweya nerizayetiyên mamosteyan û daxwazkariyên wan yên rewa rastî pirsyaran bikin û wusa nîşan bidin ku, destek derekî li pişt lidarxistina wan nerizayetiyan de heye.
Mamosta/e ku weke qada pêşeng a civakê hertim li xizmet pêgihadin û ber bi pêşivebirina civakê bûne, di heyama zêdeyî 40 salên borî de, ji aliyê birêveberatiya perwerde, karbidest û organên peywendîdar ên rejîmê, hatine pişt guh xistin, û herwisa ji kar, wezîfe, xizmet û jiyana wan re ti nirxeke wusa nehatiye dan.
Weke çawan ku di pirojeya yasaya bûdceya îsal de, bûdceya navendên weke Ewlwhî, serbazî û îdeolojîk yên rejîmê çend sed hember hatine zêdekirin, tevî vê ku enflasyona aborî ji sedî 50 ye lê, heqdestê mamosteyan ji sedî 10 hatiye zêde kirin. Gelek caran jî ev li ser daxwazkirina mafên xwe û biziman anîna hizir û ramanên xwe hatine binçavkirin û cezayê demdirêj yê girtîghê li dijî wan hatine sepandin. Herwisa di vê navberê de li Kurdistanê de, rewta serkutkirina mamosteyan û bênirxkirina mafên wan zêdetir li navçeyên din yên Îranê bûye û gelek caran li dersên zimanên xeyîn fars de mamoste hatine binçavkirin û heta mafên wan ên destpêkî jî, rastî bin pêkariyan hatine.
Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê, tevî piştevanîkirin ji daxwazkariyên biheq û rewa yên mamosteyan, ji tev tex û qadên civakê daxwaz dikin da ku, piştevanê mamosteyan bin û di vê xebat û têkoşîna wan ya ku lipêyxema bidestveanîna paşerojeke geş bo civakê ye, pişta van vala nekin û li kêlega van bimînin.
Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê
13`ê Rêbendana 1400`an
2`ê Şibata 2022`an