Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda Hevkariyê şanoya hilbijartinên Îranê baykot kir

15:51 - 1 Kanûna Paşîn 2020

Kurdistanmedia: Navenda Hevkariyê a Partiyên Kurdistana Îranê di daxuyaniyekê de şanoya hilbijartina nûnerên meclîsa rejîmê baykot kir.

Daxuyanî wiha ye;

Daxuyaniya Navenda Hevkariyê a Partiyên Kurdistana Îranê derbarê baykota şanoya hilbijartina nûnerên meclîsê li Îranê

Welatiyên hêja!

Xelkê mafxwaz ê Kurdistanê!

Rejîma Îslamî a Îranê piştî danîna hin mercan û pêkanîna astengiyan ji bo berendamên nûneratiya Meclîsa Şûraya Îslamî, dixwaze di demeke nêzîk de şanogeriya hilbijartinan birêve bibe.

Navenda Hevkariyê a Partiyên Kurdistana Îranê di vê  baweriyê de ye ku Meclîsa Şûraya Îslamî ji destpêka temenê Komara Îslamî a Îranê ve ti carana bi naveroka xwe meclîseke rastîn nebûye. Herwisa nikare di pirsên girîng ên Îranê de biryarê bistîne û bi bador be. Lê belê ev meclîs bixwe beşeke girîng ji vê rejîmê ye û rola wê weke organên tepisandinê ên rejîmê ye. Tevî van rastiyan, niha bi taybet piştî xwepêşandanên nerazîtiyê ên vê dawiyê li Îran û Kurdistanê ên meha Xezelwera Îsal, ji berê zêdetir xuya û eşkere bû ku ne Meclîsa Îranê parlamentoyeke rastîn e û ne jî nûnerên vê meclîsê, parêzvaniyê ji xelkê û ji maf û azadiyan dikin.

Di van meşên nerazîtiyê de hêzên tepîsandinê ên Komara Îslamî bi biryara rasterast e Xamineyî bi çekan êrîşî ser xelkê kirin û bi sedan kesan kuştin. Wan herwisa bi hezaran kesan birîndar kirin û bi hezaran jî girtin û ew şandin îşkencegeh û çalên reş ku heya niha jî ti zanyariyeke zelal di derbarê çarenivîsa wan dest neketiye. Ev jî di demekê de bû ku ne meclîsê û ne jî nûnerên vê meclîsê bi tena serê xwe jî helwesteke hêja li hemberî van kiryarên Komara Îslamî ji xwe nîşan nedan.

Van meşên girseyî ên îsal û salên derbasbûyî ên gelên Îranê bi giştî û bi taybet xelkê Kurdistanê, nîşan dan ku ti pêgeheke Komara Îslamî nîn e û nîşan didin ku xelk tam ji rejêma Îslamî a Îranê aciz bûye. Tevî ku Komara Îslamî, mezintirîn tawan li dijî xelkê serhildêr û êşdîtî pêk anîn, lê belê dixwaze bi pêkanîna şanoya hilbijartinan û kişandina xelkê bo ser sindûqên dengdanê, li pêşberî civaka navdewletî ji xwe re hinek cihê baweriyê bi dest bîne û riswabûna xwe veşêre.

Bi girîngîdan bi van rastiyan,  Navenda Hevkariyê a Partiyên Kurdistana Îranê di civîna roja duşemiyê 2ê Befranbara 1398an biryara baykotkirina çalakane a hilbijartinên Meclîsa Şûraya Îslamî a rejîmê stand û di vê baweriyê de ye ku her kesek di vê rewşa Îran û Kurdistanê de xwe bike berendam yan jî biçe ser sindûqên dengdanê, bi awayekî rasterast xizmetêm bi rewatîpêdana taweanên Komara Îslamî dike û weke hevparê wan ji bo van kuştin û tawanên salên derbasbûyî tê hejmarkirin.

Di vê derbarê de Navenda Hevkariyê a Partiyên Kurdistana Îranê berê xwe dide pêkhateyên xelkê Îranê û bi taybetî Kurdistanê û ji wan dixwaze neçin ser sindûqên şanoya hilbijartinan û rê nedin pîlanên gemar ên rejîmê ji bo kişandina xelkê bo ser sindûqan serbikevin.

Herwisa bila ew kesên ku bi her armanecekê xwe ji bo nûneratiya vê meclîsê berendam kirine, vê rastiyê bizanin ku divê zêdetirî mesleheta xwe girîngiyê bidin berjewendiyên xelkê. Divê ew kes, bingeha berjewendî û xwestekên xwe li ser mana Komara Îslamî nedanîn.

Di dawiyê de em careke din tekezê li ser vê helwestê dikin ku bi rewşa niha, baykotkirina hilbijartinên nûnerên meclîsê, zêdetirî berê erkeke nîştimanî û netewî tîne ser milên me.

Em bi vî awayî hemû bi hev re wê li hemberî pîlamnên rejîmê serkevin û NAyeke mezin bêjin remînê û bi vî awayî, emê bikarin bersiva xwepêşananên nerazîtiyê ên xelkê bidin û rêzê li qurbanî û birîndarên teêpisandinên vê dawiyê ên xelkê serhildêr li welatê bigirin.

Navenda Hevkariyê a Partiyên Kurdistana Îranê