Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda Nêrgiz bi helkefta roja Cîhanî a Zarokan peyamek belavkir

19:02 - 1 Hezîran 2020

Navenda Nêrgiz bi helkefta 1`ê Hezîran(1 June)ê, roja Cîhanî ya Zarokan, rû bi zarokên Kurdistan û zarokên di nawa şoreşê de, peyamek belav kir.

Herwisa Navenda Nêrgiz hivî dike ku, li paşerojeke nêzîk di welateke azad de, zarokên Kurd cêjna xwe bigirin û bi xevin û xeyalên xwe, paşeroja welat binexşînin.

Peyama Navenda Nêrgiz wihaye:

Zarokên xûştewî yên Kurdistanê

Zarokên di nawa şoreşê de

Îsal em di demekê de ber bi roja cîhanî ya zarokan ve diçin ku, mixabin nesaxiyekî giştgîr pêsîra cîhanê bi taybet welatê me girtiye, di vê demê de ku me hivî dikir bi hev re vê cîjnê pîroz bikin û bi ken û şahî xevnên bi rengan ve bibînin, lê îro bona parastina tenduristiya civatgeha xwe û bi dikelî pir ji hivî, mêzeyî paşerojeke nêzîk dikin ku di vir de, bi dîtina we şa bibin û bi hev re bona bidest ve anîna daxwaz û xweziyên cihana ciwan û paqija we, pêngawan bihavêjin.

Zarok pêşeroja civatgehê ne û her welateke pêşkevtî bona bidest ve anîna paşerojeke geş bo zarokan cehdê dide ku bi rêya perwerdeyeke serdemiyane wan perwerde bike û mafên wan biparêze.

Em wekî Navenda Nêrgiz, tevî pîrozkirina vê roJê Ji zarokên Kurdistanê, silavên xwe bo mamostayan, bav û daykan û çalakwanên zarokan dişînin ku xema perwerde kirina Zarokan de ne.

Di dawiyê de em hivîdarin ku di paşerojeke nêzîk de, em cejna Zarokan di welatekî azad de bigirin û bi xevin û xeyalên xwe paşeroja welat binexşînin

Navenda Nêrgiz bo perwerdeya Zarok û nûgihanên Kurdistan a Îranê

1`ê Hezîran a 2020 a Zayînî

12 Cozerdana 1399 a Rojî