Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda Parêzerên Mafê Mirovî piştevanî li Sîstan û Belûçistanê dike

17:17 - 25 Şibat 2021

Navenda Parêzerên Mafê Mirovî daxwaz li Saziya Netewên Yekgirtî dike ku li derheq kuştina xelkê Sîstan û Belûçistanê bêdeng nebin.

Navenda Parêzerên Mafê Mirovî bi şandina nameyekê bo Komîsariya Bilind a Mafê Mirovî a Saziya Netewên Yekgirtî, daxwaza pêragihiştina lezgîn li ser cinayetên ku rejîma Îranê derheq xelkê Sîstan û Belûçistanê bi kar tîne, dike.

Di vê nameyê de basa astengiyên jiyana xelkê Belûç hatiye kirin ku neçar in ji rêyên sînorî ve dahata jiyana xwe dabîn bikin, lê hêzên rejîma Îranê bi tundî wan serkut dikin.

Herwisa basa cinayetek din a rejîma Îranê hatiye kirin ku di çend mehên derbasûyî de nêzî 21 Belûç di girtîgehan de hatine damkirin, kiriye.

Herwisa Parêzerên Mafê Mirovî kuştina 10 kesên bê tawan û qutkirina hêla înternetê wekî vebîranîna xelkê nerazî yên Xezelwera sala 1398an ku bi sedema bilindbûna benzînê hatibûne ser şeqaman ku bi awayekî bêrehmane ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine kuştin da zanîn.