Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda sendîkayên mamostayên Îranê kombûna nerizayetî lidar xistin

12:01 - 6 Tebax 2021

Sînordarkirina înternet di Îranê de bûye sedem ku Navenda Sendîkayên Mamostayên Îranê kombûneke nerizayetiyê bi rê ve bibin û ev dibêjin îmkan nîne ku Îran wekî Koreya Bakur be.

Navenda Sendîkayên Mamostayên Îranê di wê kombûnê de daxuyaniyek belav kirin; Di wê daxuyaniyê de hatiye ku darêjerên terha sînordarkirina înternetê bi başî dizanin ku ew terhe li dijî berjewendiyên giştî yên civakê ye û birêvebirina terheke wiha pirsgirêkên piraniya beşên civakê gelek zêdetir dike û ew terhe bi tenê bo berjewendiya çend taqimên desthilatê ye.

Herwisa di wê daxuyaniyê de daxwaz ji rêkxirav û damezraveyên medenî hatiye kirin ku li hember rengehiya pesendkirina wê terhê rawestin.

Rexnegirên wê terhê gotine ku piştevanên wê terhê li pey fîlterîngeke berfirehtir in ku piştî wê fîlterîngê hin appên xwecihî danên.

Rêberê rejîma Îranê “Elî Xamineyî” înterneta Îranê  bi serberedayî binav kiribû û rexne ji berpirsan girtibû ku wan înternet sînordar nekirine.