Kurdistanmedia: Serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê civînek bo nirxandina rewşa niha a siyasî û herwisa ji bo standina helwestên pêwîst sebaretî vê rewşê pêk anî.
Roja yekşemiyê, 2'ê Pûşpera 1398'an a Rojî, Navenda Siyasî û Desteya Kargêriyê a PDKÎ bi beşdariya Mistefa Hicrî Lêpirsyarê Giştî û piraniya endamên van du rêkxistinan lihev civiyan û tê de rewşa niha a siyasî a Îran û Kurdistanê hate nirxandin.
Civîn bi xulekek bêdengiyê ji bo rêzgirtin ji şehîdên rizgariya Kurdistanê destpê kir.
Pişt re Lêpirsyarê Giştî ê PDKÎ, bal kişande ser destûra karên civînê û raporteke siyasî di derbarê rewşa Îran, navçe û Kurdistanê de pêşkêş kir.
Wî, rewşa siyasî nirxand û di raportê de behsa rêkarên li pêşberî Kurdan û PDKÎ kir û pêşniyarên xwe ji bo bicîkirina wan gavan pêşkêşî civînê kirin ji bo ku biryarê li ser wan pêşniyaran bidin.
Di berdewamiya civînê de beşdarbûyan, nêrîn û pêşniyarên xwe ji bo xurtkirina raportê anîn ziman.
Civîn heman rojê bi dawî hat û tê de biryarên pêwîst ji bo gavên zêdetir hatin standin.