Navenda Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, bi hilkefta 2`ê Rêbendanê 76`emîn salvegera avakirina Komara Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.
Deqa daxuyaniyê wiha ye:
Daxuyaniya Navenda Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi hilkefta 2`ê Rêbendanê 76`emîn salvegera Komera Kurdistanê.
Xelkê xweragir û xebtakar ên Kurdistanê
Parêzerên maf û azadiyên neteweya Kurd
2`ê Rêbendana îsal wate 1400`an a Rojî, 76`emîn salvegera avakirina Komara Kurdistanê ye, Komarek ku li encama damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li sala 1324`an a Rojî û berfirehbûna hesta netewayetiya Kurd li dil û hizira xortên Kurd de li 2`ê Rêbendana sala 1324`an bi destê Pêşewa Qazî Mihemmed hat avakirin û bo cara yekem Kurd li Rojhilatê Kurdistanê kir bi xwediyê kiyanek modern a netewî ku maf û azadiyên xwe bi dest anî.
Em vê hilkefta pîroz û dîrokî, pîrozbahiyê li xortên neteweya Kurd bi giştî û taybet Kurdên li Rojhilatê Kurdistanê dikin, û em peymanê digel canê paqij ê Pêşewa û Hizba damezirînera Komarê, Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê nû dikin ku li xebat bo vejîna Komarê û bidestveanîna destkevtên vê Komarê berdewam bin û di vê pêxemê de ti pirsgirêk û arîşeyek nikare bibe asteng li hemberî me de. Hereketên siyasî û rewşa serdemê damezrandina Komara Kurdistanê nîşan da ku serhildana hikûmetek demokratîk di şiklê komarî de ev jî, di deverek pir ji kêşe û arîşe û pir dîktatorî û berjwendiyê zilhêzan de, çiqas girîn û pesend û hêvîbexş e bo netewên bin dest, û di heman demê de jî, dîktator jê tirsiya ye, lewma bi rizamendiya zilhêzan û êrîşa leşkerî ya rejîma Paşayetiyê piştî 11 mehan hat ciwanmergkirin.
Avakirina Komara Kurdsitanê, tenê bona dabînbûna mafê neteweyî yê kurd û herwisa di cihê xwe de gelek girîng û pir bi nirx bû û nayê kurtkirin, belkî taybetmendiyên demokratîk ên wê jî, sîmaya wê desthilata pêşkevtî ya gelê Kurd bûn û ev jî dizivire bo demokratîkbûna Partiya avaker û birêveberiya Komara Kurdistanê, wate Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê.
Di navçeyek aloz û dîktatorî de, demkratîkbûna birêveberiya Kurd di şkilê Komarê de û di welatekî paşayetî de û herwisa li navçeyeke tundajo di pergala paşayetiyê de, zêdetir ji vê ku dost û piştevaniyê bo bi dest xwe bixe, belkî neyar û dijmn li dijî han dida.
Komara Kurdistanê di heyama 11 meh temenê xwe de, komek xizmetên xuya ji Kurd re dabîn kir û pareke zêde ji maf û azadiyên Kurd di Rojhilatê Kurdistan de dabîn kir ku heta niha jî Kurd şanaziyê pê dike û herwisa şûnwarên vê hertim zindî dihêle, nek mîna parek li Kurdistanê belkî di parçên din ên Kurdistanê de jî, alaya Kurdistanê, sirûda netewayetî ya “Ey Reqîb” û navê Pêşmerge heta niha jî, weke beşek ji nasnameya neteweyî di seranserê Kurdistanê de tê pênasekirin. Herwisa destkevtên din ên Komara Kurdistanê gelek zêde û binirx û xuya ne ku her yek ji wan hewce ye behsên zêdetir û lêkolînên hûr derheq wan de bêne kirin.
Eger ku Komara Kurdistanê hate ciwanmergkirin, eger Pêşewa û hevalên wî hatine bidarvekirin, her bi vî halî jî, hate xuyakirin ku Partiya avaker a Komara Kurdistanê her li ser pê xwe ye û têkoşîna xwe bona bidestveanîna destkevtên Komarê di her rûpeleke xebatê de, bi gorîkirina ciwanên xwe berdewam dike û dîroka tejî li serbilindiya vê xebatê bi xwîna rêber û têkoşerên xwe nivîsiye.
Xebatek ku heta îro rojê jî, li dijî rejîma Komara Îslamî a Îranê weke rejîmeke terorîst û terorîstperwer li dijî maf û azadiyên mirov, destverdan di karûbarên welatên din û cîran de û herwisa bikujê azadîxwazên Kurd û Îranê di şêwazên rewaya xwe de dirêje heye.
Heval û hevwelatiyên rêzdar:
Rêya gihîştin bi armac û hêviyên gelê Kurd û heta tev azadîxwazên Îranê bi ser hilûşandina Komara Îslamî a Îranê re derbas dibe, çimkî li dijî demokrasî, mafê mirov, mafê netewayetî yê neteweyên din ên Îranê û gihîştin bi dadperwerî û wekheviyê ye. Her lewma Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, Partiya rêberên şehîd Qazî, Qasmlo û Şerefkendî bi bê sekînandin di bilindragirtina silogana hilûşandina vê rejîmê de ye, û xebat bo vê mibestê jî, bi tev şêwazan li xebata Bajar û Çiya, di asta herî bilind de fîdakarî û emegnasiya derheq bi armancên Komarê bi rê ve dibe.
Naveroka dije mirov, reftarên têkderane û alozkirina aramiya herêmê, ji aliyê rejîma Komara Îslamî ve, ev rejîma li bîrûraya giştî a cîhanê de, weke rejîmeke bêzirav û neteba digel riha serdemê derxsitiye holê ku ev yeka jî hevdengiya digel azadîxwazên Kurd û Îranê ber bi jor ve biriye û rewabûna xebata li dijî vê rejîmê bi awayekî tevav daye xuyakirin ku bi vî halî jî, yekgirtîbûn û yekdengbûna partî û aliyên siyasî ên Kurd di Rojhilatê Kurdistanê de, û herwisa hêzên demokratîk ên Îranê, hewcetirîn alava serkevtina li hebmerî Komara Îslamî a Îranê ye, ku hewce ye hewleke micid jêre bê dan û kincên bi kiryara rastiyê bikine ber ku serkevtin di yekgirtinê de ye.
Di yad û bîra 76`emîn salroja avakirina Komara Kurdistanê de, car din em emegnasiyê bi armancên Komarê û berdewamkirina xebatê dubare dikin.
Em silavan dişînin bo rihê paqij ê Pêşewayê nemir Qazî Mihememd û tev şehîdên Kurd û Kurdistanê
Em silavan dişînin bo tev girtiyên siyasî yên xweragir û celadtirsan
Silav bo xelkê xebatkar û xweragir yê Kurdistanê
Silav bo têkoşerên Partiya avaker a Komara Kurdsitanê
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Navenda Siyasî
30`ê Rêbendana 1400`an a Rojî
20`ê Kanûna Paşîn a 2022`an