Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navendên ewlehî yên rejîmê givaş xistine ser saziyên medenî

16:20 - 29 Kanûna pêşîn 2020

Piştî belavbûna vîrûsa Koronayê saziyên medenî di bajarên Kurdistanê de madeyên dijêgemar di nav xelkê de belav dikirin û bo pêşîgirtin ji vê nesaxiyê hewlek zêde dan.

Ew saziyane bi belavkirina alîkariyan di nav xelkê hejar û kêmdahat de dest bi çalakiyên xwe kirin.

Herwisa saziyên medenî yên bajara Merîwanê, bi pêşkêşkirina gulan rêz li kadrên dermanî yên wî bajarî girtin.

Herwisa ji destpêka destbikarbûna wan saziyên medenî bo alîkarîkirin bi xelkê hejar û kêmdahat, hejmarek ji wan çalakvanên medenî bo navendên ewlehî hatine banghêjkirin.

Ew givaşên rejîmê bi qasekî zêdenen ku bûye sedema wê hindê hejmarek ji wan çalakvanan dest ji karê xwe berden.