
Kurdistanmedia: Navendên Radiyolojiyî yên Îranê şiyana kirîna alavên hewce bo çareserkirina nesaxên xwe tunînin û ji nav diçin.
Dr. Celal Celalşikohî, berpirsên Civata Radiyolojî a Îranê, got, astengî û pirsgirêkên aborî û bilindbûna nirxa perê biyanî di welat de bûye sedem ku, navendên Radiyolojiyî yên welat rastî astengiyan dibin, û hêdî hêdî ji nav diçin û niha tenê mezintirîn hewla van mane.
Herwisa navbirî ev yeka jî zêde kirku, kirîna alavan bo navendên Radiyolojiyî, digel hin binbestan rûbirû bûne û dewletê bodce tenê bo hindek alavên demkî dest nîşan kirbû, û niha jî, bi sedema nebûna çavdêriyên hewce, dewletê nekarî nirxa alav û madeyên ku bikartînin control bike.
Berpirsê Civata Radiyolojî a Îranê, da xuyakirin ku, arîşeyên aborî yên niha, netenê bûne sedem ku di sala nû de, avakirina navendên Radiyolojî yên nû kêm bibin, belkû, navendên ku hene jî, rastî jinav çûnê kiriye.
Ji nav çûn û betalbûna navendên pîzişkî, û herwisa navendên Pîşeyî, ji ber nebûna pere û Bodceya hewce ji aliyê dewletê, di demekê de ye ku, kesên wekî jina bi navê Mercan Şêx El-Îslamî Al-Aqa, biqasî 6 Milyar “Euro” gendelî kiribû û ev qas pere bo derveyî welat veguhastiye û navnedên pîzişikî jî rastî jinav çûnê dibin.