Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navîn gera maşkanêya binav hilbijartina meclisa rejîmê Îro birêve çu

13:33 - 11 Îlon 2020

Îro Înê 11ê Îlonê di wan parêzge û cihên Îranê de ku nuner di maşkanê ya zistana derbas bûyî nekarîbûn dengê hewce bînin, maşkanêya binav hilbijartinê birêve çu, ku di gel baykut û neçuna xelkê bo ser sindûqan henber bû.

Di Rojhilatê kurdistanê ku rejîmê cehd kir kursiyên xwe yên Meclisê tejî bike, xelkê kurdistanê dîsan bersiva wan bo rejîmê ne û baykot bû.

Di bajarê Kirmaşanê û Şahabada Xerb, parekî çalakên medenî û siyasiyên dijberî rejîmê, bi belvkirina daxûyaniyekê, ew maşkanê baykot kiribûn û ji xelkê daxwaz kiribûn ku kes neçe ser sindûqan.

Di parek ji daxuyaniya han de hatiye: piştî derbas bûna 41 sal bi ser deshilata paremayî ya rejîma îslamî de, Kirmaşan bi taybetî û Kurdistan bi giştî, ew cihin ku amara herî zêdeye bêkariyê di Îranê de hene, di wan 4 dehkên zilm û zordarî û gendeliyê de, piranîya malbatên parêzgeha Kirmaşanê kes yan kesanek ji wan rastî îşkence, girtin, bêserşunkirin, sêdaredanê bûne.

Ku wisaye hewce nake kes biçe û deng bide wan binav nûneran ku diçin dibne parek ji wê sîstema gendel û sitemkar.

Hewceyî bîranînê ye ku di Meha Reşemeya zistana derbasbûyî de hilbijartina bo meclisa rejîmê ji aliyê part û aliyên siyasiye Rojhilatê Kurdistanê ve hatibû baykot kirin, ku gelê me di Kurdistanê û heta di astê seranseriye Îranê neyekî mezin gotne rejîmê, kêmtir ji %20 beşdar bûn.

Îro 11ê Îlonê jî carekî dinê bi neçuna xelkê bo ser sinduqan, îsbat bû ku rejîmê ti pêgehek nemaye û nîne.