
Meclisa rejîmê bona çêkirina nawça taybete abûrî di derwazê navdewletiye Sêroyê erê da.
Roja Yêkşemiyê 27ê meha Kanûna pêşîn a 2020an, nunerê meclisa rejîmê yê bi navê Ruhullah Hezretpûr ragihand ku destpêkirina karê çêkirina nawça taybete abûrî li derwazê Sêroyê di meclisê de hate pejirandin.
Derwazê navdewletiye Sêroyê ku kevtiye di navbera 2 parêzgehên Urmiye û wanê li Rojhilat û Bakûrê kurdistanê, derwazeyekî gelek girîn û stratêjîke û dikare hem bo herduk welatên Îran û Tirkiyê û hem bo parêzgehên Urmiye û wanê û bo xelkê wan deran re bibe çavkaniya dahat û abûrî û dabîn kirina kar, lê li ber ewê ku ew derwaze li herduk aliyan li Kurdistanê hilkevtiye, rejîmê tenê weke rêka tiranzîtî bikar aniye.
Pitir ji 30 salane ku berdewam basê danana nawça taybete abûrî li sêroyê tê kirin, her carê xelkê nawçê heyî neyîya xwe terxan dikin bo sermayeguzariya wê nawçê, ku çi piştî midehekê ev bas tête piştguh xistin û sermayê wan kesan jî pûç dibe.
Disan wê carê jî di gel belav bûna wî nûçeyî, gorî zaniyariyên ku di torên civakî de balav bûnî, sedan kesan ji xelkê herêmên girêdayî bi Urmiyê û bi taybetî Soma û Biradost û Sêroyê amadeyî ya xwe dane kifşê bona sermaye dananê.