Di hin deverên Îran û Kurdistanê de heyameke zêde ye ku xelk bi bê ava vexarinê ne û her bi wê sedemê jî nerizayetiyên xwe nîşan dan.
Pêka nûçeyên ku di nav torên civakî de hatine belavkirin, gundê “Badik” ya ser bi bajarê Urmiyê, nêzî 15 roj e ku ji bê aviyê derd dikêşînin û ava vexwarina wan tine.
Xelkê wî gundê dane zanîn ku çendîn caran di vê derheqê de serdana navendên pêwendîdar kirine, lê ti berpirsekî bersivek wisa nedaye wan.
Her di vê derheqê de jî, di bajarê Tewrêzê, nêzî 2 meh e ku ava hin xaniyan di nav wî bajarî de hatiye qutkirin, û xelkê wî bajarî bi wê sedemê nerizayetiyên xwe nîşan dane.
Nebûna ava vexwarinê di wan deveran de, bê kîfayetî û neşiyanan berpirsên rejîmê nîşan dide.