Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nebûna duxtorê Sonograf li bajarê Sîrwanê bûye pirsgirêkeke micid

11:34 - 19 Gulan 2021

bajarê “Lomar”ê girêdayê bajarê “Sîrwan” li parêzgeha Îlamê pirsgirêka micid a nebûna duxtorê Sonograf heye û berpirsên pizîşkî li parêzgeha Îlamê tevî çendîn car daxwaziya xelkê, hêj duxtorê Sonograf bo wî bajarî neşandine.

Xelkê bajarê “Lomar” çendîn sal bû bi sedema nebûna alavên pizîşkî bi taybet alava Sonografiyê, neçar bûn serdana nexweşxaneyên bajarên din bikin, lewma hin xêrxwazan bi perê xwe alaveke Sonografiyê bo bajarê “Lomar”ê kirîbûn, lê berpirsên pizîşkî li parêzgeha Îlamê heta niha amade nebûne ku duxtoreke Sonograf bo wî bajarî bişînin.

Bajarê “Sîrwan” ku ji 2 deverên “Lomar û Karzan” pêk hatiye, pirsgirêkên micid ên xizmetkariyên pizîşkiyê hene û ji piraniya xizmetkariyên pizîşkî bêpar in.

Herwisa parêzgeha Îlam û pirsgirêkên wê parêzgehê ji aliyê rejîma Îranê ve piştguh hatiye avêtin û pirsgirêkên micid ên xizmetkariyê bi taybet li warê pizîşkiyê de hene.

Berpirsên pizîşkî û tendirustî li parêzgeha Îlamê, heta niha ti bersivek bi daxwazên xelkê bajarê Sîrwanê nedane û canê xelkê ti girîngiyek bo wan tinîne.

Rejîma Îranê bi hêceta wê yekê ku li bajarê Sîrwan û bajarên girêdayê wî bajarî ti nexweşxaneyek tinîne, xwe ji şandina duxtorê taybet bi Sonografiyê xwe diparêzin.

Duxtorê Sonograf hewcehiyeke micid a xelkê wî bajarê ye û nebûna duxtorê Sonograf gefekî micid li canê xelkê ye.