Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nebûna gaza LPG di bajarê Urmiyê de

10:27 - 11 Kanûna pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Di bajarê Urmiyê de bi sedema nebûna gaza LPG, xelkê wî bajarî rastî pirsgirêkan aniye û eve jî bûye cihê nerizayetiya xelkê bajarê Urmiyê.

Piştî bilindbûna nirxa tiştên destpêkî ên jiyanê, vê carê jî, dora bilindbûna nirxa gaza LPG ye.

Xelkê bajarê Urmiyê bi sedema nebûna gaza LPG rastî pirsgirêgan hatine, û nirxa gaza LPG çend hember bilind bûye.

Di bajarê Urmiyê de, nirxa her kepsoleke gazê nêzî 30 hezar tumenî difiroşin, û tevî giranbûna nirxa gazê, bi zehmetî jî gaz peyda dibe.

Nebûna gaza LPG, xelkê deverên sînorî yên wekî Mirgewer, Tirgewer û Soma û Birdost û Sîlwanayê, di vê demsala sir û seqmê de rastî arîşeyan aniye.

Xelkê nerazî yên wan devera dane zanîn ku, tevî bilindbûna nirxa kepsolên gazê, niha gelek bi dijwarî kepsolên gazê bidest dikevin û hekî bidest bikevin bi nirxa herî bilin an ku bi 30 hezar tumî peyda dibin.

Herwisa dane zanîn ku, bi wê sedemê heya niha çendîn caran welatiyan nerizayetiyên xwe bi navendên pêwendîdar re ragihandine, lê ti kesekî bersiva xelkê nerazî û hejar nedane.