Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nebûna kepsûlên gazê di devera Mirgewer de bûye pirsgirêk bo xelkê

17:06 - 22 Çirriya paşîn 2021

Heyama zêdetir ji çendîn heftiyan e ku di devera Mirgewer de kepsûlên gazê gelek bi zehmet peyda dibin û divê xelkê wê deverê çend demjimêran di rêza wergirtina kepsûlan de bisekinin.

Kêmbûn û nebûna kepsûlên gazê di devera “Mirgewer” a ser bi bajarê “Urmiyê” de heyamek zêde ye bûye arîşeyek mezin bo xelkê wê deverê û di demsal sirê de xelk neçar in çendîn demjimêran di rêzan de bisekinin heta ku bikarin kepsûlekê bi dest bixin.

Rêjeya kêmbûna gazê bi qasekê ye ku bi awayê cîrebendî û bi kartên taybet û rêzên dûr û dirêj bi xelkê re tê danê.

Ew pirigirêke bo gundên deverê yên wekî “Dize, Xurasp, Bawa, Filkan, Kanîdestar, Zêwe, Jarawa, Girdiwan û…” bûye arîşeyek mezin û dengê nerazîtiya xelkê bilind kiriye.

Heta niha hewla kesên pêwendîdar yên wê deverê bê encam maye û nekarîne ew pirisgirêkê çareser bikin.