
Hînkarî bi awayê “online” ku dersxwan li devera Sîlwana mifah jêverdigrin bi sedema nebûna lezgîniya hewce rawestaye û dersxwan rastî pirsgirêkên micid hatine û berpirsan ti pêngavek bona çareserkirina wê pirsgirêkê hilnegirtine.
Pêka gotina xelkê devera Sîlwana lezgîniya înternet li wê deverê bi qasekî nizm e ku dersxwan nikarin bi awayê “online” dersê bixwînin û hinkarî rawestaye û dxwaz ji ragihandinan kirine ku bi belavkirina wê pirsgirêkê dengê xelkê bigihe guhê berpirsan.
Piştî belavbûna vîrûsa Korona li Îran û Kurdistanê, xelkê hejar yên bêderfet yên deverên parêzgeha Urmiyê rastî pirsgirêkên micid hatine û tevî alîkarînekirina rejîma Îranê bi wan xelkan re, niha dersxwan jî bi sedema asta nizîm ya lezgîniya înternetê ji hînkariya “online” bêpar bûne.
Devera Sîlwana yek ji deverên girêdayê bajarê Urmiyê ye ku tevî xisarên giran ji belavbûna vîrûsa Koronayê, rastî bêkarî, hejariiya micid û bêhêvitî ji guherîna karesata jiyan di bin deshilata rejîma Îranê de hatine.