Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nebûna oksîjen di nexweşxaneyên Sineyê de

10:41 - 29 Çirriya paşîn 2021

Nêzî du sal e ku xelkê Rojhilatê Kurdistanê bi kêmtirîn îmkanat digel vîrûsa Koronayê bergiriyê dikin û ew çend roj e jî ku nexweşxaneyên parêzgeha Sineyê rastî kêmiya oksîjenê hatine.

Xelkê parêzgeha Sineyê dane zanîn ku di nexweşxaneyan de kepsolên oksîjenê gelek kêm peyda dibin, ew neçar in bo rizgarkirina canê kesûkarên xwe ji derveyê nexweşxaneyan dezgehên oksîjensaz û kepsolên oksîjenî bi nirxek gelek zêde bi kirê bigirin.

Bilî vê ku oksîjen di nexweşxaneyan de kêm e, nexweşên Koronayê rastî kêmbûna derman û derziyan hatine.

Malbatên nexweşên Koronayî dane zanî ku ew bo dabînkirina dermanên hewce neçar in di nav bazarên reş de wan dermanan peyda bikin.

Heta niha zêdetir ji 1800 kes di parêzgeha Sineyê de bi sedema Koronayê canê xwe ji dest dane û rojane xelk bi sedema nebûna oksîjen û dermêm hewce di nexweşxaneyan de şahidê jidestdana malbatiyên xwe dibin.