Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nebûna rûnê xwarinê di Urmiyê de û dora xelkê di ber deriyê firotingehan

11:43 - 25 Şibat 2021

Çend rojek e ku nebûna rûnê xwarinê bûye pirsgirêkek mezin bo xelkê Îran û nemaze Kurdistanê û dorên xelkê di ber deriyê firotingehan pirsgirêkerke micid bo xelkê afirandiye.

Di bajarê Urmiyê de jî, rûnê xwarinê kêm peyda dibe û xelkê wî bajarî bo kirîna rûn, duh Çarşemî 6`ê Reşeme, li ber deriyê kogeha Sitadiyom a bajarê Urmiyê kom bûne û dor girtin ku bikarin rûnê xwarinê bikirn.

Eva jî di halekê de ye ku çend roj berî niha, Serokê Giştî yê Ofîsa Hevahengî ya Karûbarê Aboriya parêzgeha Urmiyê, Husên Sîwanî gotibû: “Me derheq dabînkirina rûnê xwarinê de pirsgirêk nîne û me çavdêriya firotingeha kiriye ku pirsgirêkeke wisa derheq dabînkirina rûnê xwarinê de nehatiye dîtin”.

Serokê Saziya Pîşeya Kangeh û Ticareta parêzgeha Urmiyê jî, çend roj berî niha gûtibû ku 800 ton rûnê xwarinê di firotingehên zencîriyê parêzgeha Urmiyê de heye û me ti pirsgirêke rûn nîne.

Eva qerebalixa xerlkê di wê rewşa Koronayê de, nîşanderê vê ye ku rûnê xwarinê nayê peydakirin û kêm e û eva jî axavtinên berpirsên rejîmê bi direw derdixe.