Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nebûna xizmetgozariyan li bajarê Sine xelkê wî bajarî bêzar kiriye

17:54 - 22 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Nebûna xizmetgozariyên dewletê derheq kolan û şeqamên bajarê Sine, xelkê wî bajarî rastî pirsgirêkan aniye û derbaziya welatiyên wî bajarî dijwar kiriye.

Kurte vîdyoyek belavbûye ku li bajarê Sine, rewşa dijwar ya xelkê wî bajarî nîşan dide ku, bi sebeba pêranegihîştina û paqijiya nekirine kirs û bermayên di nav bajar de, ev heyameke ku bûye kirîzeke mezin di nav bajar de, bi awayekî ku, kirs bo çendîn rojan di nav bajar de dimînin û bajarê Sine heya niha nekariye rêçareyekê bo vê arîşeyê bibîne.

Herwisa di vê kurte vîdyoyê de, nîşan dide ku, bi sedema pêranegihîştina bi paqijiya nav bajêr de, ku bûye sebeb di nav kolanên bajarê Sine, kirmên zêde serîrakirin û li nav kolan û şeqaman belavbibin û li ser derî û dîwarên avahiyan dimeşin.

Ev bûyera xelk bajarê Sine rastî arîşeyan kiriye û derbaziya van dijwar kiriye.

Hevdem demûdezgehên pêwendîdar yên rejîma Îranê, di wî bajarî de, tu pêngavek bo çareserkirina vê rewşê negirtine ber xwe û çavnhêriya vê yekê dikin ku xelk bixwe van prisgirêk û arîşeyan çareser bikin.