Piştî ragihandina rawestana danûstandinên Bercamê ji aliyê welatên Ewropayê, Amerîkayê ragihand ku biryar li ser Bercamê divê li Mosko û Tehranê bêne dan.
Berdevkê Wezareta Derveya Amerîkayê “Ned Price” daxwaz ji Rûsiyê û Îranê kiriye ku biryarên hewce bo zindîkirina Bercamê li bajarê Viyenê bidin û ew di halekê de ye ku di dema dawî ya danûstandinan de Rûsiyê meşa danûstandinan ji rê derxistiye.
Herwisa “Ned Price” ragihand: “Dorpêçên li ser Moskoyê ti pêwendiyek bi Bercamê ve tinînin û nabe ti bandorek li ser danûstandinan hebe”.
Ji aliyê din ve welatên Ewropayê di wê derheqê de ragihandine ku îznê nadin Bercam bi barimte bê girtin”.
Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê, “Josep Borrell” ragihandibû ku danûstandinên zindîkirina Bercamê bi sedema “facterên derve” rawestiyaye.
Herwisa berpirsê heyeta Birîtaniya li danûstandinên Bercamê de gotiye: “Ji rawestana danûstandinên Bercmê bi micidê bê hêvî bûne û eger bandora fakterên derve li ser danûstandinê neyêne çaresertkirin, danûstandin dê ji nav here”.