Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ned Price: “Em lêkolînê li ser reşnivîsa Ewropa li derheq Bercamê dikin”

12:53 - 27 Tîrmeh (Temûz) 2022

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka “Ned Price” ragihand ku Amerîka mijûlê lêkolîna li ser reşnivîsa Yekîtiya Ewropayê li derheq zindîkirina bercamê ye.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê “Ned Price” roja Sêşemî 26ê Tîrmehê di civîneke rojnamevaniyê de got: “Reşnivîsa ku Josep Borrell Berpirsê Siyaseta Derve ye Yekîtiya Ewropayê bo Amerîka, Îran û welatên din ên endamê Bercamê şandiye, zêdetir li ser bingeha lihevhatina meha Marsê hatiye amadekirin û Amerîka mijîlê lêkolîna li ser wê reşnivîsê ye”.

Berpirsê Siyaseta Derve yê Yekîtiya Ewropayê “Josep Borrell” li derheq wê reşnivîsê gotiye: “Zêdetir ji ya ku di reşnivîsê de hatiye dest Îranê nakeve”.

“Elî Baqirî Kenî” danûstankarê rejîma Îranê li danûstandinên Bercamê, bi belavkirina “Twitt”ekê gotiye: “Îranê têbînî û dîtingehên xwe li ser wê reşnivîsê hene”.

Gotinên Elî Baqirî Kenî di halekê de ye ku “Josep Borrell”  di gotareke xwe li rojnameya “Financial Times” de nivîsiye: “Dem bo sazanên zêdetir digel Îranê nemaye”.

Herwisa Wezîrê Berevaniya Îsraîlê “Benny Gantz” siyaseta rejîma Îranê li danûstandinên Bercamê taktîkek bo dirêjkirina heyam binav kiriye”.

Rejîma Îranê bi hemû awayekî hewla dirêjkirina heyama danûstandinan dide bo berhemanîna çeka navkî û mûşekên balistîkî da ku derfeta hewce hebe.