Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Ned Price”: Emê di hember kiryarên Îranê di deverê de bisekînin

12:07 - 9 Nîsan 2021

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê, “Ned Price” bi îşarekirin bi vê ku tehrîm emrazeke girîng e li dijî çalakiyên mûşekî û kiryarên rejîma Îranê di deverê de, tekezî kir ku Amerîka ji rêya givaşxistin li ser Îranê, dê tehrîmên xwe li ser bidomîne.

“Ned Price” roja Pêncşemî di civîneke rojnamevanî de, ji siyaseta givaşxistin li ser Îranê ji rêya tehrîman ve berevanî kir û ew siyaset emrazeke girîn li dijî çalakiyên mûşekî û kiryarên rejîma Îranê di deverê de da zanîn.

Navbirî derheq vê ku gotibû, hin tehrîmên pêwendîdar bi Bercamê nebin, dê li ser Îranê bêne rakirin got: “Em li ser vê bawerê ne ku bernameya mûşekî ya Îranê û piştevaniya Îranê ji girûpên çekdar di deverê de astengiyeke kûr bo me û hevalbendê me di deverê de tê zanîn. Her lewma bi vê sedemê ye ku em lihemberderketin li dijî Îranê rêyên cuda digrine berahîka xwe ku yek ji wan jî tehrîm in”.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê, “Ned Price” roja Çarşemî gotibû: “Amerîka amadigî heye bona vê ku hin tehrîmên pêwendîdar bi rêkkevtina Bercamê nebin li ser Îranê rake”.

Cihgirê Siyayî yê Wezareta Derve ya rejîma Îanê, Ebas Îraqçî jî îdia kiribû ku, “Îran derheq rakirina tev tehrîman digel welatên di nav rêkkevtina Bercamê de ne gotûbêjan dike”.

Netanyaho, Serokwezîrê Îsraîlê jî gotibû: “Her rêkkevtinek digel Îranê bê nirx be û gef be li ser jinavçûna me, em vê yekê qebûl nakin”.