
Kurdistanmedia: Berevajiyê çavnihêriyên rejîma Îranê neft dîsan erzantir bû, û dakete bin 50 Dolarî.
Di demekê de ku rayedarên rejîma Îranê hizir dikirin ku bi sedema dorpêçan û kêmbûna firotina nefta Îranê, nirxa wê, wê bilind be, û hesab li ser nefta 100 Dolarî kiribûn, lê pêşbîniyên wan ne tenê rast derneketin, belku gellek xirab pêve bûne, û dibe bûdceya xwe ya sala nû li gora nefteke erzan darêjin, ku ew yek wê wan rastî pirsgirêkeke mezin bi taybetî di dana heyvaneya wan tex û qatên welat de bike, ku heyvane ratib ji rejîmê werdigrin.
Nûçegihaniya Fransayê di vê derheqê de ragehandiye ku bo yekem car ji sala 2017`an ve, nefta xaw dakete bin 50 Dolarî.
Pêştir nûçegihaniya “Tesnim” ya rejîma Îranê di raporeke xwe nivîsandibû: “Kiryarên dewleta “Trump” bi armanca derbelêdana li pîşesaziya Enerjiya Îranê, wê bibe sedema kêmbûna neftê di bazara cîhanî de heya dawiya salê, lewra renge neft ji 100 Dolarî jî derbaz bibe.