
Kurdistanmedia: Wezareta Xezanedarî ya Amerîkayê daye zanîn, rêkek bo berdewamiya şandina xwardemenî û dermanan bo welatê Îranê daniye.
Pêka nûçên belavbûyî, roja Înê 3`ê Xezelwerê, Wezareta Xezanedarî ya Amrîkayê ragihandiye ku di hember şandina xwardemenî û dermanan, rêkek daniye. Amerîka armanca xwe piştgirî ji xelkê Îranê daye xûya kirin.
Îstîvên Mînûçîn, Wezîrê xezînedarî ya Amerîkayê tekez kir ku, îznê dide şirketên navneteweyî, dan û standin bi xwardimenî û dermanan, bona piştgirî ji xelkê Îranê yê bidomînin heya xelkê Îranê kêmtir di bin bandora dorpêçan de bin.
Pêka wê rewşê, pere bi destê rejîma Îranê nadin, ku bona projeyên berfireh kirina sistemên xwe yên mûşekî û herwisa bo alîkarîkirin bi terorîsma cîhanî bi kar bine.