Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nefta Îranê bi nirxekî herî kêm tê firotin

16:23 - 24 Çirriya paşîn 2020

Nefta Îranê bi awayê qaçax û bi nirxekî herî kêm li qiraxava “Faw”ê ji aliyê rejîma Îranê ve tê firotin û bi navê nefta Îraqê tê veguhastin.

Roja Duşemî 23ê Çirriya Paşîn, rojnameya “The Wall Street Journal” raporek li ser firotina qaçax a nefta Îranê ji aliyê rejîma Îranê li giraxava “Faw”ê ve belav kir; Di wê raporê de daye zanîn ku: “Hikûmetek ku di bagera krîzên aborî de ye, bona kêmkirina givaşan û dorlêdana dorpêçên Amerîkayê, dest bi firotina neftê bi awayê qaçax li rêya qiraxava “Fav”ê kiriye.

Pêka raporên belavbûyî li ragihandinan, ew kiryara neyasayî ya veguhastina neftê ji palavtingeha “Abadan”ê ve bo qiraxava “Fav”ê tê veguhastin û bi navê nefta Îraqê tê firotin.

Pêka rapora “The Wall Street Journal”, neftkêşên Îranê nefta reş bi neftkêşên Îraqê re vediguhazin ku bi navê nefta Îraqê bo bazarên cîhanê tê veguhastin û di meha “March”2020an de, rejîma Îranê 230 hezar bermîl neft bi wî awayî bi qaçaxî firotiye.

Li ser wê mijarê dewleta Îmaratê li ser kontrolnekirina nefta qaçax a Îranê ji qiraxava “Faw”ê ketibû ber rexne û nerizayetiya Amerîkayê.

Pêka zanyarî û amarên kompaniya cîhanî ya“Tanker Trackers” ku çavdêriya veguhastinqa neftê ya bi neftkêşan dike, ragihand: “Di 6 mehên destpêkî ya sala 1399an de, Îranê her rojê bi awayê nêvincî 827 hezar bermîl neft firotiye ku pêka hevdem a sala 1398an bi qasî %28 zêde bûye ku bi tewawî neyasayî bi awayê qaçax hatiye firotin”.