Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Neftalî Binêtê Serokwezîrê Îsraîl dibe berpirsê perwenda berengarbûna digel rejîma Îranê

12:40 - 24 Hezîran 2022

Dema rêkevtina pêkanîna dewleta hevpare herduk partiyên “Yamîna” û “Yîş Atîd’ li Îsraîlê de dawîpêhat Neftalî Binêt dê cihê xwe anku posta serokwezîriyê bide hevalbendê xwe “Yaîr Lapîd.

Roja 20ê Hezîranê gorî rêkevtina di navbera herdûk partiyên Yamîna û Yîş Atîd, bo pêkanîna dewleta hevalbende Îsraîl dawîpêhat, gorî qirara wan heyamê mayî bo heya hilbijartinê, Yaîr Lapîd dê bibe serokwezîrê Îsraîl.

Nûçegihaniyên Îsraîl eşkere kirin ku nahapêde Neftalî Binêt dê bibe serokê perwenda Îsraîl a bidijî rejîma Îranê.

Hinek jêderan basê hindê kirine ku piştî evê ku Îsraîl û bitaybetî Neftaliyê Serokwezîr karîne hevpeymaniyekî nawçeyî bi dijî rejîma Îranê çêbikin, lewma Neftalî wekî berpirs û fermandê hercure êrîş û rûbirûbûna digel rejîma Îranê tête diyarî kirin.

Dewlet heya dema hilbijartinê dê wekî dewleta weguhastî bimîne, û ev kesê ku dibe serokwezîr yê bi navê Yaîr Lapît hevdem dê posta xwe ya wezîrê derwe jî biparêze.

Gorî hinek zaniyariyên media yên Îsraîlî, egera hindê heya ku di dawiya Payîza îsal, hilbijartina giştî bo Parlemanê birê ve biçe, û egera hindê heye ku carekî din Binyamîn Netenyaho piraniya dengan bi dest ve bîne.

Di serdemê deshilata Neftalî de gelek derbên girane ewlehî ji rejîma Îranê hatine danê, wek êrîşên saybêrî û êrîş bo ser nvendên Etomî, Leşker, û kuştina çendîn kesên pile bilinde rejîmê.