Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nehêlana mor û navê Îranê li ser Paseportên bîhaniyan

13:06 - 9 Tîrmeh (Temûz) 2019

Kurdistanmedia: Rejîma Îranê bo wan kesên bîhanî ku serdana Îranê dikin, brîna Vîzayê û lêdana Morê li ser Paseportên wan rakir.

Pêka wê biryara nû ya Îranê, her kesek bîhanî ku serdana Îranê bike, Paseportên wan Mor û Vîzayê naxwe.

Sala 2018`an Wezareta Karûbarê Derve ya rejîma Îranê bi çêkirina Vîza ya eliktronîkî, lêdana Morê li ser Paseportên bîhaniyan rakiribû. Du hefteyan berî niha jî, Hesen Rohanî serkomarê rêjîmê jî, ev biryare pejirand.

Paseportên Sipî û mor nexwarî yên wan kesên ku serdana Îranê bikin, di navendên navneteweyî de gelek bi zehmet têne vergirtin.

Li gorî şirovekarên yasaya navneteweyî, ew biryar û kiryara Îranê dûre ji urfên navneteweyî û rê xweş dike daku, kesên xirabkar û qaçaxçî û kesên ser bi gorûpên terorîstî ên girêdayî bi rejîma Îranê ve, daku bikarin gelak bi sanahî û bi bê kontrolkirinê hatûçoya Îranê bikin.

Ew biryara rejîma Îranê, dijkiryarek bû li hember yasaya “BN” a Amerîkayê ku têda hatiye, her kesên kû paseportên wan Mora Îranê li ser be, hatûçoya wan bo Amerîkayê dê dijvar be.