Dezgeha Prewerde û Lêkolînê, 9emîn dewreya siyasî ya taybet bi pêşmergeyan pêka bernameyeke dariştî bi rê ve bir.
Ew dewreya li 20ê Befranbara 1399an hate destpêkirin û li 22ê Rêbendana 1399an bi dawî hat; Di wê dewreyê de çendîn waneyên siyasî pêşkêş bi beşdarbûyên dewrê hatine kirin ku pêk hatibûn ji: “Bername û peyrewa navxweyî ya PDKÎ, Sosyalîzma Demokratîk, Federalîzm, Demokrasî, Pirsa vekheviya jin û mêr, Binyat û siyasetên rejîmê, Rêtorîk, Siyaset û helwestên PDKÎ, Rêzimanê Kurdî, Karên rêkxiraveyî û bi kom, Torên civakî û Rasan”ê.
Ew dewreya di 33 rojan de bi dawî hat ku di gelemper de 115 demjimêr wane pêşkêşê beşdarbûyên dewrê hatine kirin.
Bo beşeke waneyan, cerîbandin hatine kirinê û ew çend kesane wekî serkevtiyên wê dewreyê pileyên 1 heta 3 bi dest xwe ve anîn:
Pileya Yekem: “Bêhzad Qadirî”
Pileya Duyem: “Ejîn Husênî”
Pileya Sêyem: “Dilniya Weysî”
Pirsa perwerde û hînkariyê, yek ji wan pirsan e ku PDKÎ girîngiyeke zêde pêre daye û ew girîngîdan ji wê rastiyê çavkaniyê verdigre ku, endamên agehdar û hişyar, dikarin bibin bi sedema serkevtina PDKÎ û bernameyeke siyasî.
Piştî ragihandina Rasana Rojhilatê Kurdistanê û projeya girêdana xebata “çiya û bajar”, hewce ye ku pêşmerge û endamên PDKÎ, zêdetir ji caran, hewla bilindkirin asta zaniyariyên xwe bidin ku bikarin roleke erênîtir di meydaya Rojhilatê Kurdistanê de hebin.