Xelkê bajarê Abadan û çendîn bajarên din ew heyama çendîn rojane ku li ser şeqaman in û bo piştevanîkirin ji malbatên qurbaniyên bûyera hiloşîna avahiya “Metropol”ê xwenîşandanan berdewam dikin.
Xelkê “Abadan”ê zêdetir ji heftyekê ye ku li ser şeqaman in û nerazîbûna xwe li derheq hiloşîna avahiya “Metropol”ê û can jidest dana nêzî 40 kesan di vê bûyerê de didine nîşan dan.
Herwisa Xelk li bajarên “El-Ehwaz” û bajarên din yên Îranê li dijî rejîma Îranê û karbidestên wê rejîmê siloganan diqîrînin û bêzariya xwe ji wê rejîmê û karbidestên wê didin nîşan dan û piştevanîkirina ji malbatên qurbaniyan tînin ziman.
Hêzên teperserker yên rejîma Îranê bi hemû awayekî êrîşî li ser xelkê nerazî dikin û bi teqekirina rasterast, lêxistinê, havêtina gaza rondikrêj û binçavkirinê bersiva xelkê nerazî didin.
Her di vê derheqê de, li çendîn bajaran hevwelatiyan bi nîşana nerazîbûnê li ser rêyên sereke agir berdan e tegerên maşînan û ew rê gritin.
Hêjayê basê ye ku li bajarê “Abadan”ê xelkê maşînek ya karbidestên rejîmê jî şewtandin.
Di wan xwenîşandan û kombûnên nerazîbûnê de, êşîrên Ereban jî berdewam piştevanî ji xelkê Abadanê kirine.
Her di vê derheqê de, Bajarvaniya “Abadan”ê roja Yekşemî 8`ê Cozerdanê bi nîşana hevxemiya xwe digel xelkê lêqewmî, rêûresima sersaxiyê lidar xistibû, lê xelkê “Abadan”ê bi beşdarîkirina di vê rêûresimê de siloganên li dijî rejîma Îranê qîrandin û ew rêûresim kirine kombûna nerazîbûnê.