
Kurdistanmedia: Piştî derbazbûna 10 rojan bi ser dewra nû a nerazîbûna kedkarên Pêtroşîmiya Farabî de, ev girav heya niha jî berdewam dike.
Li gorî raportên ku belav bûne, kedkarên Pêtroşîmiya Farabî li 28`ê Rezbera îsal de bo careke din derheq soz û qewlên derev yên berpsirsên vê pêtroşîmiyê, yên derheq dana heqdestê van û dîtina rêçareyekê bo dana heqdestê paremayî yên wan, û herwisa kêmbûna heqdestan, nerazîbûna xwe nîşan dane.
Li gorî raportên ku hatine belavkirin, vê kompaniyayê şiyana dabînkirina madeyên destpêkî yên bo berhemanînê tuneye.
Elî Heydernijad birêveberê giştî yê Pêtroşîmiya Farabî daye xuyakirin ku, ev hewl dide da ku arîşeyên kedkaran çareser bike, û herwisa navbirî ev yeka jî daye zanîn ku, şêrîkê serekî yê kompaniyayê dibe berpirsyarê kêmasiyên kedkaran be.
Kedkarên wê kompaniyayê di heyama derwa nû a nerazîbûnên xwe de, daxwaza li ser kar vêdedana Heydernijad kirine, û herwisa roja Duşemiyê kedkaran siloganên wekî “Heydernijad şermê bike, Pêtroşîmiyê bi cih bihêle” qîriyabûn.
Hejmara kedkarên Pêtroşîmiya Farabî yên li devera taybet a aborî ya Mahşehrê a girêdayî Parêzgeha Xûzistanê de, nêzîkî 330 kesî hatiye ragehandin.