Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nerazîbûna rejîma Îranê li derheq şêwrmendiyên ajansa navneteweyî ya wizeya navekî

17:42 - 13 Hezîran 2022

Roja Duşemî 13`ê Hezîranê, Berdevkê Wezareta Derveyî yê rejîma Îranê “Se`îd Xetîbzade” di civîneke çapemeniyê de ajansa navneteweyî ya wizeya navkî û birêveberê giştî yê saziya navneteweyî ew bi bandorên derveyî ajansê tohmetbar kirin.  

Ew gotinên wî berpirsê rejîmê piştî hevdîtina “Rafael Grossi” berpirsê giştî yê ajansê, digel “Naftali Bennett”  serokwezîrê Îsraîlê ye, ku serokwezîrê Îsrayîlê gotibû: Em ji Şêwra Ajansa Navneteweyî ya wizeya navkî re daxwaz dikin ku bi awayek lezgîn û zelal ji rejîma Îranê re hişdarî bidin ku eger di siyasetên xwe yên navkî de berdewam bin, divê çavnhêrî tawanên giran bin.

Pêka gotinên berê yên Bennett rejîma Îranê bi vemirandina kamerayên navendên navekî ku dibe hevkarînekirina rejîmê digel ajansê, wir şûnda rejîm dibe çavnihêrê her cure biryar an kiryarek tund ji aliyê ajansê ve bibe.

Her di wê peywendiyê de, roja Pêncşemî 8`ê Hezîranê “Rafael Grossi” berpirsê giştî yê ajansa navneteweyî yê wizeya navkî dabû diyarkirin ku: Rejîma Îranê bi vemirandina 27 kamerayên navendên navkî yên xwe û berdewamkirina wê piroseyê derbeyeke giran ji Lihevkirina Bercamê dide.