Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nerazîbûna xelkê parêzgeha Îlamê bi hegera tinebûna dermanan

12:07 - 3 Çirriya paşîn 2019

Kurdistanmedia: Nexweşên Şekrê di parêzgeha Îlamê de rastî tinebûna dermanên “Ensolîn” hatine û ji karbidestên pêwendîdar xwestine ku wê pirsgirêkê çareser bikin.

Pêka raporên navxweyî yên parêzgeha Îramê, di midehê wan çend rojên derbasbûyî de, ew nexweşên ku “Diyabêt” hene, rastî tinebûna dermanê “Ensolîn”ê hatine û di encamê de nerizayetiya xwe nîşan dane.

Welatiyekî parêzgeha Îlamê gotiye: Ew dermane zêde hewceye û dibe perpirsên pêwendîdar berpirsiyarbin. Her wisa nirxa dermanê Ensolînê zêde bûye.

Di demsala bihara îsal de, nexweşên Diyabêtî di bajarê “Dere Şar”ê de rastî tinebûna dermanê Ensolînê hatibûn.

Welatî bo kirîna dermanê Ensolînê, bi neçarî 410 Kîlomerteyan dûrtir diçin.

Di bajarê Sinê de jî, nexweşên “Homofilî”, rastî kêmbûna dermanên wê nexweşiyê hatine, û di wî parêzgehgê de 136 kes rastî wî nesaxiya Homofîlî hatine, ku rewşa tenduristiya wan aloze û hewceyî bi çavdêriyekî taybet hene.

Giranbûna nirxa derman û herwisa bi dest neketina wan di dema hewce de, nexweş rastî pirsgirêkan dike, nexweş vê derheqê de nigeranin, û ji destê bêdermaniyê dinalîn in.

Alozbûna rewşa aboriya Îranê, bûye sedema pêşhatina pirsgirêkan bo xelkê û zêdetir jî giranbûna nirxa hewcehiyan û bi dest neketina dermanên nexweşiyên taybet ku bandorekî zaf li ser jiyana xelkê heye.