Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nerazîbûnên ajotvanên tiromibîlên barhiligir berdewam dike

11:37 - 5 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia: Bi destpêkirina dewra nû a dorpêçên Amerîkayê yên li dijî rejîma Îranê, ajotvanên tiromibîlên bar hiligir jî, bo cara carê dest bi gireva nerazîbûnê kirin.

Roja Yekşemî 13`ê Xezelwerê (4`ê Çiriya Paşîn), bi destpêkirina dorpêçên aborî yên Amerîkayê yên li dijî rejîma Îranê, ajotvanên  tiromibîlên barhiligir bo dewra carê, nezîkî 50 bajarên Îranê de, dest bi gireva seranserî a  nerazîbûnê kirine.

 Dorpêçên aborî yên Amerîkayê yên li dijî rejîma Îslamî  Îranê,  ev rejîma rastî kirîzên dijwar kiriye,  û  nizam belkû, tewahiya hikûmeta Îslamî  gihîştandiye bi binbestê, ji hemyan girîngtir ewe ku berpirsên rejîmê şiyan, yan jî alavek derheq bersivdan yan jî kêmkirin yan jî vêdedana wan dorpêçan nînin.

 Bilindbûna nirxa tekeran, bilindbûna nirxa alavên tirombîlan, kêmbûna nirxa kirêya veguhastina baran, bîme, ewlehî nebûna cadeyan û pere wergirtina bi dizî a polîsên riyan,  ji sedemên gireva ajotvanên  tiromibîlên  barhiligir in, û herwisa dana soz û qewlên  berdewam yên berprisên rejîmê ku heya niha tu yek ji wan nehatine cîbicî kirin.

Roja Şemiyê 12`ê Xezelwerê (3`ê Çiriya Paşîn), Saziya “Verdi” mezintirîn sindîkaya kekdkaran ya Almaniyayê  derheq gefên bidarvekirinê yên rejîma Îranê yên li dijî ajotvanên tiromibîlên barhiligir nerazîbûna xwe nîşan da, û herwisa rojnameya “Bild” a Almanî jî, di ropela xwe de wiha nivîsiye ku, Îranê endamê Navenda Cîhanî ya Kar (ILO) ye lê, pêka lêkolînên  saziya yekîtiya sindîkayên cîhanî, Îran yek ji van 10 welatên metrisîdar di cîhanê de, bo kedkaran tê hesab kirin.

 Rojnameya “Bild” a Almanî her di vê derheqê de nivîsye ku, sindîkayên serbixwe yên kekdariyê di rejîma Îslamî a melayan de mafê jiyanê nînin,  mafê kedkaran sînordare, û ewlehaiya  karê wan tune ye lê, hekî kedkarek derheq mafê xwe nerazîbûna xwe nîşan bide, digel gefên destbiserkirin û îşkence yên rejîmê rûbirû dibe.

Hevdem digel siyasetên dijî kedkariyê yên Ebas Axûndî, givaşênre jîmê bi qasî bûn ku, diba ajotvanên tiromibîlên barhiligir, dinavbera cezayên giran yên dadweriyê de, wekî cezayê bidarvekirin yan jî şikandina girevê yek hilbijartina lê, ajotvanan bi berxwedaniya yekîtiya xwe, gireva nerazîbûna xwe berdewam kirin.