
Kurdistanmedia: Meşên nerazîbûnê ji aliyê kedkarên Neyşekera Heftepe ve niha jî berdewam dikin, û daxwazên wan nehatine cîbicîkirin.
Herçend berçav wisa xûya dike ku piştî destbiserkirina 18 kedkarên nerazî, meşên neerazîbûnê ên kedkaran dawî pê hatiye, lê dewlet dixwaze bi pêkanîna Şêvra Îslamiya Kar, kedkaran bixapîne û dawiyê bi nerazîbûna wan bîne.
Hevdem digel vê kiryarê Dezgeha Qezayî ya rejîmê bi awayekî fermî birêveberê Neyşekera Heftepe bi gendeliyê tohmetbar kir.
Derheq pêkanîna Şêvra Îslamiya Kar jî, hindek ji kedkaran di di daxuyaniyekê de ew hlbijartina ji bo Şêvra Îslamiya Kar wekî xapandina kedkaran bi nav kirin, û pêşwaziyeke wisa jê nekirin.
Li ser bingeha daxuyaniyan, ku di kanala serbixwe ya Kedkarên Heftepe de hatiye weşandin, berpirsên dewletî û emniyetî zexteke zêde ji qasê xistibûn ser kedkaran û rewşeke pirr ji tirsê pêk anîbûn, da ku wan neçar bikin deng bidin Şêvra Îslamiya Kar.
Ji aliyekî din ve, Umîd Esedbêygî yek ji xwediyên kedkarên Neyşekera Heftepe bi gendeliyê hate tohmetbarkirin.
Herwis Elî Necatî kedkarê xanenişîn û endamê Heyeta Birêveberiya Sendîkaya Kedkarên Neyşekera Heftepe 8`ê Seremawezê hate binçavkirin, û ji wê demê ve di girtîgehê de ye.
Hêzên emniyetî herwisa Spîdê Qelyan çalaka civakî û Esel Muhemedî endama Heyeta Tehrîriye ya Weşana elekteronî ya Gam, derheq meşên nerazîbûnê ya kedkarên Neyşekera Heftepedestbiser kirin.
Spîdê Qeliyan bi danîna 500 milyon Tûmenî hate berdan, lê Esel Mihemedî niha jî di girtîgehê de ye.