Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nêrînên rayedarên Amerîkayê derheq bi terorîst naskirina Spaha Pasdaran

12:18 - 12 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Di piroseya bi terorîst naskirina Spaha Pasdarana rejîma Îranê ji aliyê serkomarê Amerîakyê, rayedarên wî welatî nêrînên xwe anîne ber bas.

Roja Çarşemî “Mik Pence”, cihgirê serkomarê Amerîkayê, got xistina Spaha Padaran a rejîma Îslamî di nav rêzbenda reş a saziyên terorîstî de, parek li piroseya “Donald Tramp”e bo pêşîgirtin ji nifoza têkderane a Îranê di karûbarên deverê de.

Herwisa cihgirê taybet yê Wezareta Karê Derve yê Amerîkayê di karûbarên Îranê de, got bi berpirsayetiya serkomar “Tramp” Amerîkayê kariye  piştevaniya cîhana Ereb bo berevanîkirin ji nifîza têkderane a Îran û veguhastina tundtîjî û aloziyan  ji aliyê wî welatî bo deverê misoger bike.

Her di vê pêwendsiyê de, “Brian Hook”, nûnerê taybet yê Wezareta Karê Derve yê Amerîkayê di karûbarên Îranê de, di gotûbêja digel televîzyona “Bloom Berge” got, Spaha pasdaran a rejmîa Îslamî berprisê serekî yê birêveberina siyasetên derve yên Îran û veguhastina şereşê ye.

 Herwisa “Brian Hook”,got jî: “Destpêragihîştin bi aştî û aramiyê di Rohilata Navîn de bi bê lidesthilat xistina Spaha Pasdaran a rejîma Îslamî û lawazkirina rejîmê cîbicî nabe.

 “John Bolton”, Şvêrmendê Ewlehiyê yê Koşka Spî di peyameke “twittr”î de gotiye ku, em bi birêvebirina givaşên aborî li djî rejîma Îranê, û milê terorîstî a wê, Spaha Pasdaran a Îslamî û hevkarên cinayetkar yên vê di seranserê cîhanê de berdewam dikin”.

Nabirî got Wezareta Xezînedarî a Amerîkayê ragehandiye ku: Qasim Şems hevwelatiyê Lubnanê jî bi tawana spîkirina pere bo qaçaxçiyên madeyên siker û girûpa Hizbulahê dorpêç kirine.

Her di vê pêwenddiyê de, Şeş senatorên Amerîkayê bi nivîsîna nameyekê ji serkomarê wî welatî daxwazkirin, da ku lêborînên Nîsanê yên derhe bernameyên navikî yên Îranê dawiyê pê bînin û van lêborînan berdewam nekin.