Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nerizayetî di Îranê de rojbirojê zêdetir dibe

18:11 - 8 Tîrmeh (Temûz) 2020

Qatên cuda yên civaka Îranê, bi hegera tunebûna hewcehiyên jiyaneke bi rûmet, xwenîşandanên nerizayetiyê lidar dixin û daxwaza mafên xwe dikin.

Di çendîn parêzgehên Îranê de, xelk bi hegera paşketin an nedana heqdest û hiquqê xwe, dest kirine xwenîşandanên nerizayetiyê û daxwaza xwestên xwe dikin.

Di parêzgeha Îsfehanê de, malnişînkiriyan di ber derê îdareta “Te`mîn Îctima`Δ kombûna nerizayetiyê lidar xistin.

Di parêzgeha “Qezvîn”ê, kedkarên karxaneya “Kontor çêkirinê” bi hegera paşteketina hiquqê xwe, xwenîşandana nerizayetiyê lidar xistin û ragihandine ku heya em hiquqê xwe vernegirin, emê xwenîşandanên xwe bidomînin.

Herwisa kedkarên şirketa “Heft Tepe”, nêzî mehekê ye ku dest kirine girêv girtinê û kombûnên nerizayetiyê lidar dixin û ji bilî ewê ku daxwaza hiquqê xwe yê paşteketî dikin, dixwazin ku şirketa “Nêyşêker a Heft Tepe”, bi pişka taybet anku bexşa xususî neête danê.

Di heyamên meha derbasbûyêî de, xwenîşandan û nerizayetiya xelkê di Îranê de berdewam dirêjî hebûye û bi dijî karbidestên rejîma Îranê, diruşman didan.

Ew xwenîşandanane bi hegera tinebûna xizmetguzarî, bêkarî, paşketina hiquq û heqdesta kedkaran bûye û her berdewame.