Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nerizayetî di Îranê de zêdetir dibe

12:40 - 22 Hezîran 2020

Sedan kirêkarên şirketa “Neyşeker a Heft Tepe”, eva pitir ji hefteyekê ye ku bi nîşana nerizayetiyê girev girtine û naçine ser kar û bi kombûnan û dan dirûşman, nerizayetiya xwe didine xuyakirin.

Heya niha jî ti kesî bersiva daxwazên wan kirêkaran nedaye, lewma wan, jî roja Yekşemiyê ragihandin ku heta daxwaziyên wan neyêne cîbibcîkirin, ew dê berdewam bin li ser mangirtina xwe.

Her di dirêjiya nerizayetiyan de, roja Yekşemî, sedan mamostayên “Nêhzetê Sewad Amûzî”, li ber deriyê meclisa rejîmê kom bûn û li derheq nedana mûçeyên xwe û herwisa wergirtina wan ji peymankariyê ve bo mamostayetiya fermî dengê xwe bilind kirin.

Ew mamostayane heya niha çendîn caran bi kombûna ber deriyê meclisê, daxwazkariyên xwe gihandine guhê deshilatdaran, lê heya niha çi bersivek wernegirtine.

Herwisa li dirêjiya nerizayetiyê di Îranê de, Sedan kirêkarên Şirketa “Berq” a Xuzistanê, nêzî çend rojan e ku dest kirine nerizayetiyê, û dibêjin kes tinîne bersiva daxwazên me bide, û pirsgirêkên me çareser bike, lewma girev girtine û dibêjin heya daxwazên me cî bi cî nekin, emê berdewam bin li ser gireva xwe.

Gorî nûçeyekî din li ser nerizayetiyan, pareke zaf ji kirêkarên “Rêya Asin ya Zagros”, li ber derê îdara “Rêya Asin” kom bûn û dest kirine nerizayetiyê, ev dibêjin eva çendîn meh e ku heqdestê xwe wernegirtine.