Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nerizayetî di nava Girtîgehên Îranê de berdawame

12:55 - 31 Adar 2020

Di heyamê çend rojên derbasbûyî de di nava çendîn Girtîgehan di Îranê de, girtiyan dest kirine bi nerizayetiyê û di hinek Girtîgehande, Sedan zîndaniyan karîne birevin.

Gorî wan nûçeyên ku di navxweya Îranê belaw dibin, heya niha di 7 zîndanan de zîndaniyan dest kirine nerizayetiyê û bi agir berdana bi Zîndanê, bi Şikandina Deryên Zînanan û herifandina Dîwaran, Sedan girtiyan karîne xwe xelas bikin û ji zîndanê birevin.

Di hindek zîndanan de nerizayetiya Zîndaniyan ji alyê hêzên rejîmê ve hatiye tepeserkirin û zîndanî dane ber desrêja Gullan û dehan zîndanî kuştine û birîndar kirine.

Nerizayetiya Hepsiyan jî li ber nîgeraniya hebûna Vîrûsa Korona yê û egera tûşbûna hemî zîndaniyan bi vê Vîrûsê ye.

Heya niha di Zîndanên Xoremabad, Elîguderz, Tewrêz, Seqiz, Elwenda Hemedanê, Adilabada Şîrazê, Spîdara Ehwazê, şahidê nerizayetiya zîndaniyan bûne.

Rejîmê ji tirsê egera serhildan û nerizayetiya zîndaniyan, bi zora hêza tepeserkar dixwaze dengê zîndaniyan mat bike.

Rejîm di xema canê zîndaniyan de nîne û rewşa tendirustiya nava Zîndanan gelek xirabe, û ji heçî îmkanateke pizişkî bêparin