Nerizayetî li Îranê de herwisa berdewam in û li çendîn bajarên Îranê de xwenîşandan û kombûnên nerizayetî hatine lidarxistin û li çendên bajaran de jî nerizayetî bi awayê berfireh berdewam bûne.
Îro Yekşemî 2`Cozerdanê, xwenîşandan û kombûnên nerizayetî di piraniya bajarên Îranê û li parêzgehên wekî “Tehran, Şîraz ,Luristan,Qezwîn,Sîstan û Belûcistan, Kirman û piraniya parêzgehên dinê de berdewam in û xwenşander ji aliyê hêzên serkutker ên rejîmê ve têne binçavkirin.
Li bajarê “Zabol”ê ser bi parêzgeha Sîstan û Belûcistanê, mamostayên dibistanan li derheq nedan an kêmiya mûçeyên xwe nerizatiya xwe nîşan dane.
Roja Înê 31`ê Cozerdanê, karbidestên rejîmê di bajarê “Xurem Abad”ê de, bi boldozerê êrîşî li ser xaniyekê li Xûrem Abadê de kirin û bi awayekî hovane ev xanî hiloşandin, herwisa bi mebesta tirsandina jin û zarokên xwediyê malê gaza bîber bikar anîn.
Di bajarê Qezwînê de jî, karmendên karûbarê hînkirinê digel karmendên din en fermî yên rejîmê ku xwediyê mûçeya herî kêm in, nerizatî nîşan dane.
Herwisa li berdewamiya xwenîşandana kedkarên kargeha kangeh li bajarê Kirmanê, hêzên rejîmê bi awayekî hovane êrîşî ser xwenîşanderan kirin, zêdetir ji 10 mehan e ku kedkaran heqdesta xwe wernegirtine, herwisa Fermandarê Kirmanê jî di vê derheqê de gotibû ku , destûra reftara dijvar digel kedkaran heye.