
Qatên cuda cudaye civatgeha Îranê, weke Kirêkar, Mamosta, Karmend, Xanenişînkirî û yên dinê li zaf bajarên Îranê de dest kirine bi kombûnên nerizayetiyê û rejîm jî guh nade daxwazên wan.
Roja Şemiyê 16 ê Gulanê kirêkarên xanenişînkirî yên Fûlad a Isfehanê gorî qirara xwe ya pêşde, û bona tekesî li ser daxwazên xwe, li ber derê Parêzgariya Isfehanê kom bûn û dest kirne bi nerizayetiyê.
Bona beşdarî di vê kombûna nerizayetiyê, ji zaf bajarên dinê ye ser bi vê Parêzgehê, weke Necefabad, Mubarekê, Filawercan û cihên din tevlî bibûn.
Herwisa Sedan kes ji kirêkarên belengaz bi nîşana nerizayetî li hember wernegirtina heqdestê xwe, di Bajaê Şîrazê kom bûn û dest kirne nerizayetiyê.
Roja Şemiyê sedan Kirêkarên Şaredariya Erwend kenara Abadanê bi hegera wernegirtina Hiqûqê xwe yê 5 mehan, kom bûn û dest kirne nerizayetiyê.
Wan rojan nerizayetî di çendîn bajarên serbi Parêzgeha Xûzistanê zêde bûye Weke bajarê Abadan, Ehwaz, Xuremşehr.
Rejîm hemî cihekê cehdê dike ku hindî bikare dengê wan nerizayetî û xwenîşandanane mat bike.