
Xwnîşandan û neriyayetî di piraniya zankoyên Îranê de destpêkiriye û xwendekar bona xwe parastina ji tûşbûna vîrûsa Koronayê, daxwaz dikin ku zanko bêne daxistin.
Rejîma çepel a Îranê, ku hem şiyana kontirolkirin û berahîk girtina wê vîrûsê nîne, û hem jî xemsar e û heta qasekê jî wisa dizane ku hindî pirsgirêk û derd û bela û rojreşî bi ser xelkê de bêt, bi qazancê xwe dizane, lewma şeva derbasbûyî, ku nûçeyên belavbûna vîrûsa Koronayê di çendîn bajarên Îranê de hate weşandin, û bi wê sedemê xwandekaran destkirine bi xwenîşandanan û daxwaza daxistina zankoyan kirin.
Xwandekarên Perestarî yên zankoya Firdûs, xwenîşandan kirin û çûne nav nexweşxana Hezretê Resûl ya Tehranê, û parek ji xwandekaran jî, ji zankoyê rewîne.
Xwenîşandan li zankoya bajarê Îlamê jî, her di wê derheqê de dest pêkir.
Xwendekar dibêjin heta heya em alxahîn nebin ji çareserî û nemana Koronayê bila rejîm zankoyan dabixe.
Keçên xwendekar li zankoya Bihiştî ya Tehranê jî, xwenîşandan kirin û daxwaza daxistina zankoyê kirin, û dibêjin bila hemû xwendekar biçine malên xwe.
Xwendekarê Mazenderan, Îsfehan, Şîraz û hemû zankoyên Tehranê, Tewrêz, Urmiye, Reşt, û yên dinê jî, xwenîşandan kirin û di hember bê şiyaniya rejîma Îslamî de nerizayetiyên xwe nîşan dan.
Herwisa li bajarê Reştê xwenîşandan dest pêkiriye û nerizayetî danane xuyakirin ku nexweşxana wan kirine Qerentîna Koronayê.