Heyameke zêdeye ku rojane xelkê Rojhilatê Kurdistan û Îran li derheq rewşa xirab a jiyan, bêkarî û bilindbûna nirxan û xemsariya karbidestên rejîmê û bersivnedan wan bi daxwazên xelkê, nerizayetiyê lidar dixin.
Roja Şemî 10ê Tîrmeha 2021an çendîn kes ji ajovanên takisyan li bajaê Merîwanê li derheq bersivnedana berpirsan bi daxwazên wan di avahiya îdareya ajotvaniya wî bajarî de kombûn lidar xistin û nerizayetiya xwe nîşan dan û herwisa di wan çend rojên dawiyê de li piraniya parêzgeh û bajarên wekî “Kirman, Esfehan,Tehran, Ehwaz, Zahidan,Erdebîl, Kirmaşan,Urmiye, Mehabad, Pîranşar, Miyandûav, Dêhloran, Merîwan, Bane, Tikab û…hwd” de xelkê xwenîşandanê nerizayetî lidar xistine û nerazîbûna xwe di dane xuya.
Ajotwanên taksiyan rastî pirsgirêkên micid hatine, bilindbûna nirxa hewcehî û alavên maşînan bi taybet bo taksiyan, kevinbûna taksiyan, alîkarînedana navendên girêdayî bi veguhastinê bo wan ajotvanan bûne sedem ku ajotvaniya taksiyan hin rojan perê benzîna xwe jî qazanc nekin û bona çêkirîma alavên jikarketî yên maşîna xwe perê hewce tinebin û neçar bimînin dest ji karê ajotvaniya taksiyê berdin.