Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nerizayetî roj bi rojê di Îranê de zêde dibe

12:34 - 29 Gulan 2020

Roja Pêncşemiyê sedan Kirêkarên Şirketa Emînyar a Fariyabê bi hegera bê bersiv mana daxwaziyên xwe ji aliyê vê şirketê ve, dest kirne girevê, gorî gotina wan Kirêkaran, ev serê 4 mehane ku destmiza wan nehatiye danê, û berpirsên şirketê her carê bi direvekê soz didne wan.

Kirêkarên Rêka Asin ya Erakê bi nîşana nerizayetî li derheq paşte ketina Hiquqê xwe, girev girtin

Xwenîşandan û gireva Kirêkarên D.M. T ya Isfehanê bi hegera nedana heqdestê xwe, girev girtin.

Kirêkarên Şirketên Travers, Reyla Sen`etkarên başûra bajarê Zahidan,Qum,Şîraz, û Kirmaşanê ku hiquqê xwe yê di sala 99 ê de heta niha nevergirtine, ragihandine ku dê dest bidne girevê .

Parek ji xwedî Pez û terş û Heywanên herêmên girêdayî bi bajarê Yezdê, roja Pêncşemiyê li ber derê Parêzgariyê kom bûn û dest kirne nerizayetiyê. Nerizayetiya wan li hember giran bûna hewcehiyên terş xwedîkirinê bûn kû yan bazarê dest nakevin, yan dewlet bi giranî dide wan, bo nimûne derman û derziya nesaxiya Pez niha di bazarê dest nakeve, û dewletê dest bi serde girtiye û gelek bi giranî difiroşe xwedî pez û heywanan.