Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nerizayetî û mangirtina kedkaran di Îranê de berdewam e

17:33 - 3 Tebax 2021

Li doma mangirtin û nerizayetyên kedkaran,roja Dûşemî 2ê Tebaxê, kedkarên kompaniya “Nêyşeker a Heft Tepe”yê, bi sedema bersivnedana berpirsan bi daxwazên wan ên yasayî û nedana heqdestên wan û herwisa derxistina hejmareke hevkarên li bajarê “Şûş”ê, nerizayetiya xwe bi dayxistina rêyan nîşan dan.

Heyamekê berî niha, bi fermana birêveberê beşa “afet” a wê kompaniyayê, beşek ji kedkarên wê beşê bê hebûna ti hêcetekê li ser kar derxistibûn.

Ji aliyî din ve, xwediyên nanvaxaneyan li bajarê “Kazirûn”ê bi sedema bilindbûna nirxa ard, xercên zêde ên nanvaxanbeyan û heqdest û destkevta kêm, xwenîşandana nerizayetî lidar xistin.

Bi sedema pênedana maf û bîmenekirinê, kedkarên bajarvaniya “Ebû Hemîze”yê girêdayê bajarê “Deşta Azadigan” a Ehwazê, xwenîşandana nerizayetî lidar xistin.

Herwisa di berdewamiya xwenîşandanên serannserî de, li bajarê “Meşhed”ê, tevî givaşa hêzên ewlehî, beşeke ciwanên wî şarî daxwaz ji xelkê kirine ku xelk bi sedema nerizayetiyê bêne ser şeqaman.